Yakup Selîmoglu: “Ziman min dide lîstin û rê nîşanî min dide!” Hevpeyvîn: Pelda BAL

Yakup Selîmoglu: “Ziman min dide lîstin û rê nîşanî min dide!”

Me bi Yakup Selîmoglu re li ser şanoya kurdî û li ser dînamîkên şanoyê
yên li Batmanê sohbetek kir. Yakup Selîmoglu dibêje ku; “Ew zimanê ku
sîrayetî hestî, laş, çerm û mêjî dike, wî zimanî bandor li hemû tevgerên
min kiribû û şîrê ku min ji diya xwe mêtibû, di lîstikê de ez ji hêlekê
diavêtim hêlekê. Zimanî ez didam listîn û rê nişanî min dida. Laşê min,
ruhê min cara yekem bû ku awqas azad bû li ser dikê. Berî wê min bi
salan di lîstikên tirkî de cî girtibû lê dema ku min Beko (qala karakterê
Beko yê lîstika ‘Bekoyê Ewan’ dike) lîst, mîn hîs dikir ku ez hîna nû dest
bi şanoyê û hunera xwe dikim. Lîstikên tirkî ez nedihewandim nav xwe
û ez nedibûm perçeyek ji wan. Dema min di şano ya tirkî de dilîst min
xwe rehet hîs nedikir. Her tim tiştek kêm dima û min nikaribû azad
tevbigerim.”

Hevpeyvîn: Pelda BAL

Berî ku em dest bi sohbeta xwe bikin, ez dixwazim tu xwe bi me bidî nasîn, Yakup
Selîmoglu kî ye, serpêhatiya wî ya şanoyê çi ye?

Merheba. Ez Yakup Selimoglu. Di sala 1984an de li Batmanê ji dayik bûme. Di sala 2006an
de ji Zanîngeha Dîcleyê ji beşa mamostetiya polê mezûn bûm û heman salê de min dest
bi mamostetiyê kir û ji hingê ve jî mamoste me. Piştî 2014an ku min li Enstituya Zimanên
Zindî ya Artûklûyê master kir ez li dibistanê mamostetiya kurdî jî dikim. Di sala 2008an de
li gel çend hevalan me Batman Sanat Tiyatrosu ava kir. Min di lîstikên bi navên
Deliriyoruz, Kamyon, Kör Döğüşü, İhbarcılar, Küçük Karabalık, Sevgili Barış, Öteki Şiir û 25
Saniye de lîst. Piştî ku em ji wir veqetiyan me li Egitim-Sena Batmanê di navbera salên
2014 û 2016an de du lîstik derxistin: Keşanlı Ali Destanı û Bekoyê Ewan. Hevnasîna
lîstikvaniya min a bi şanoya kurdî re bi “Bekoyê Ewan” dest pê kir. Niha jî, bi sê çar
hevalên xwe re, me Yeni Sahne ava kir. Li Yeni Sahneyê min derhênerî û lîstikvaniya
lîstikên Cimri (li gel Erdal Kaya), Serbaz û Bremen Mızıkacıları (lîstika zarokan) kir. Ev cara
yekem e ku ez derhêneriyê dikim.

Dema em dêna xwe didinê, Yakup Selîmoglu, li Batmanê, di komên şanoyê yên
cuda de bi salan e wek lîstikvan û her wiha vê dawiyê jî wekî derhênerekî xuya dike,
ango ji mêj ve ye te salên xwe daye kar û barên şanogeriyê û di despêkê de
şanogehên ku te tê de cî digirt bi zimanê tirkî karê şanoyê dikirin lê ji demekê şûnde
bêtir xebatên te yên kurdî derdikevin pêş. Tişta ku tu ji tirkî ber bi kurdî ve birî çi
bû? Û bi te girîngiya zimanê dayîkê ji bo şanoyê çi ye?

Belê bi salan e ez li Batmanê di nav karê şanoyê de cî digirim. Lê ez dixwazim vêya
bibêjim, dema ez bi Lîstika BEKOYÊ EWAN derketim ser dikê û min di lîstikeke kurdî de
lîst, wê demê min di dilê xwe de got: şano ev e! Û wê gavê min “xwe” li ser dikê kifş kir.
Ev (xwebûn) hesteke azad bû û ew ‘ez’ bûm. Ew zimanê ku sîrayetî hestî, laş, çerm û mêjî
dike, wî bandor li hemû tevgerên min kiribû û şîrê ku min ji diya xwe mêtibû, di lîstikê de
ez ji hêlekê diavêtim hêlekê. Zimanî ez didam listîn û rê nişanî min dida. Laşê min, ruhê
min ev cara yekem bû ku ewqas azad bû li ser dikê. Berî wê min bi salan di lîstikên tirkî de
cî girtibû lê dema ku min Beko (qala karakterê Beko yê lîstika ‘Bekoyê Ewan’ dike) lîst, min hîs dikir ku ez hîna nû dest bi şanoyê û hunera xwe dikim. Lîstikên tirkî ez nedihewandim nav xwe û ez nedibûm perçeyek ji wan. Her tim tiştek kêm dima û min nikaribû azad tevbigerim. Jixwe li zimanê min nayê. Di lîstikên tirkî de ez “kesekî din/ kesên din”, di yên kurdî de “kesên ji xwe ango xwe, xwe bi xwe” dilîzim. An jî min xwe derdixist ser dikê û min dilîst. Ji ber vê ez bandora ziman û hêlên wê yên erênî nikarim baş bînim ziman. Belê em niha jî listikên tirkî dilîzin lê ez karim wiha bibêjim ku em lîstikên tirkî wek amûrekî ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînîn. Dema cara yekem min dest bi şanoyê kir wê demê jî min dixwest ez bi kurdî bilîzim lê belê wê demê min xwe di hêla şanoyê de têr û tije nedidît. Di hêla zimanê kurdî de jî kêmasiyên min hebûn, ya rast ez dikarim bibêjim bazareke şanoyê ya kurdî jî nebû. Mebesta min a ji peyva ‘bazarê’ ne tenê aborî ye, îmkan û derfet, hêla sîyasî û civakî û ya herî girîng nebûna kesên di warê şanoya kurdî de xwepêşxistî.

Dema em li rabirdûya te ya şanoyê dinêrin lîstikên ku te tê de cî girtine giş komedî
ne, wek mînak; Deliriyoruz, Kamyon, Kör Döğüşü, İhbarcılar, Keşanlı Ali Destanı,
Bekoyê Ewan, Serbaz, Cimri û hwd. Gelo ev tercîhek e an jî temaşevan vê yekê li ser
we dide ferzkirin?

Ez ji lîstikên ku temaşevanan bi peyaman serxweş dikin û peyaman wek sîleyan li ser çav
û rûyên wan dixin hez nakim. A rast, ji lîstina wan hez nakim. Listikên ku trajediyan ne bi
awayekî absurt didin der bêtir bala min dikişînin. Di jîyana xwe de ez henekê xwe bi gelek
tiştan dikim, di serî de jî bi xwe. Li gor min ku em henekê xwe bi jiyanê nekin wê ew henekê xwe bi me bike. Jixwe jiyan têra xwe henekê xwe bi me dike, hinek jî em henekê xwe pê bikin.

Belê lîstina listikên komedî tercîhek e. A rast temaşevan jî, ji komedîyê hez dikin. Îcar ji
ber wê ez dibêjim ev jî ji bo me avantajekê derdixe holê. Ez ne li dijî şêweyên din yê
şanoyê me. Ji temaşekirina hemû cureyan hez dikim. Le lîstina komedîyan min rehabîlîte
dike. Jixwe di jiyanê de em gelek trajedîyan dijîn. Paşeroja me bi trajedîyan dagirtiye, niha
jî em di nav trajedîyan de ne. Dibe ku pêşeroja me jî bi heman rewşê derbas bibe. Ez
dibêjim; em jî ken, kêf û şahîyê heq dikin. Qet nebe em di lîstikan de kêf û xweşîyê bijîn.

Li Kurdistanê, çi lîstikvan û çi jî derhêner be, zehmet e ku perwerdekarekî bibînin ku
rê û resmên şanoyî bi wan bide. Te xwe di van şert û mercan de çawa gihand?

Bêyî perwerdeyeke baş û bi rêk û pêk ez li ser dikê bûm lîstikvan. Dema barê derhêneriyê
ket ser milê min, min di vî warî de lêkolîn kirin û li ser styleên cuda xebitîm. Min ji çend
kesên ku di warê derhêneriyê de wek pispor tên dîtin nuansên ku bi kêrî min werin
wergirt. A rast, hema ez kê bibînim bi dest û piyê wan digirim ji bo tiştinan ji wan hîn
bibim. Bi rastî jî ev lêkolîn û wergirtinên ji derhêneran li ser min roleke pozîtîf da der. Lê
ez dixwazim bibêjim ku him ji hêla lîstikvaniyê ve, him jî ji hêla derhêneriyê ve ez hîna
negihîştime. Bi taybetî jî ji hêla derhênerîyê ve.

“Ji bo geşedana şanoya kurdî projeyên ku me ji kozîka me derxin lazim in. Akademî
û perwerdeyeke zexm jî divê em ji bîr nekin.”

Tu di derheqê Şanoya Kurdî û piyaseya wê de çi difikirî? Çi kêmasiyên wê hene? Ji
bo geşedana wê divê çi bêne kirin?

Ev pirs bi rastî jî bersiveke dûvedirêj heq dike, lê ez ê bi kurtasî çend tiştinan bibêjim. Di
serî de dixwazim diyar bikim ku rêzê li Teatra Jiyana Nû, Şanoya Bajêr ya Amedê, Seyr-î
Mesel, Şermola Performans û kom û kesên bi vî rengî yên ku Şanoya Kurdî li Bakur dan
destpêkirin û bi ruhekî hunerî rê li ber Şanoya Kurdî vekirin, digirim. Ev mîras ji wan ji me
re ma û hîn jî di vê qadê de hespên xwe bi çar gavê diajon. Tu huner nikare ji civaka xwe
û pêvajoya sîyasî dûr bi rê ve bimeşe. Ji ber vê jî dema Şanoya Kurdî dest pê kir wek
hemû hunerên kurdî di bin bandora şert û mercên civaka kurd û pêvajoya red, înkar û
asîmîlasyonê de ma û wek şanoyeke polîtîk rû veda. Mixabin mecbûr bû ku wiha tev bigere jî. Wek ku min berî niha jî got tu nikarî çav û guhê xwe ji civaka xwe re bigirî û bi awayekî ku tiştek nebûye tev bigerî, hunera xwe pêk bînî. Ev jî bû sedema nederxistina pêş ya estetîk û hunera azad. Lê piştî zayîna Şanoya Kurdî ya ji dayikê, zêdebûna komên serbixwe û yên girêdayî saziyan, şanoya kurdî jî hewl da ku hêdî hêdî rêya xwe diyar bike. Komên cuda li ser xebatên cihêreng rawestiyan û bi piranî jî bi ser ketin. Her komek bû rengek û berhem li Şanoya Kurdî zêde kirin. Niha em dibînin ku Şanoya Kurdî paşerojeke (ne li gor hêviyên me be jî) têr û tije û bi berhem li pey xwe hiştine. Îro kurd Toscayê dilîzin, ev şanaziyeke bêhempa ye. Kurd niha li gel destan û lîstikên xwe lîstikên Shakespeare, Molîere, Dario Fo, Goldonî, Gogol, Aziz Nesin, Haldun Dormen, Sophokles, Garcia Lorca û hwd dilîzin bi zimanê xwe. Belê, ne di asta ku em hêvî dikin de ye lê em nikarin bibêjin ku ev tişteke hindik e.

Astengiyên li hember şanoyê jî divê neyên jibîrkirin. Meseleya aboriyê gelek caran dest û piyê me girêdide. Em dizanin ku gelek tişt bi aboriyê çareser dibin. Rewşa hemû komên Şanoya Kurdî kêm zêde wek hev in. Kêmbûna lîstikvanan, neçapkirina berheman, nebûna salonên şanoyê (em dikarin bibêjin kêmbûn jî) hemû li ber şanoya kurdî dîwaran dihonin. Xaleke girîng jî, hîna akademiyek me ji bo hunerê bi giştî tune ye ku em hunermendan perwerde bikin. Yên hebûn jî hûn dizanin ku çawa dest dan ser wan û girtin. Lê li gel van pirsgirêkan divê em ji bîr nekin ku Şanoya Kurdî li ber xwe dide, hewl dide ku li piya bimîne.

Em hemû dest bidin hev em ê karibin vê şanoyê bînin asta ku em li bendê ne. Ev bar tenê
li ser milê hunermandan nikare bimeşe. Divê civak jî , saziyên me jî temaşevan jî li şanoya
xwe xwedî derkevin. A herî girîng jî gere em qîmetê bidin kare xwe û ji bo xebatên çêtir,
xurtir û bi bandortir zêdetir bixebitin. Ez di wê baweriyê de me Ji bo bazareke navxweyî jî
wextê çêkirina projeyan hatiye. Ji bo geşedana şanoya kurdî projeyên ku me ji kozîka me
derxin lazim in. Akademî û perwerdeyeke zexm jî divê em ji bîr nekin.

“Dê Yeni Sahne di sezonên pêşiya me de jî bibe navendeke hunerê.”

Ji bo Yenî Sahneyê tu dikarî ji me re qala rabirdû, rewşa niha û xeyal û projeyên
pêşerojê yên Yenî Sahneyê bikî?

Wek Yeni Sahne em difikirin her sal lîstikeke kurdî, lîstikeke tirkî, lîstikeke zarokan a bi
kurdî û lîstikeke zarokan a bi tirkî amade bikin û bilîzin. Lîstika Cimri heta niha 70 car hat
lîstin û ji aliye nêzîkî 8200 temaşevanan ve hat temaşekirin. Serbaz 15 car hat lîstin, lê ku
korona derneketibûya ew ê zêdetir bihata lîstin. Breman Mızıkacıları (bi tirkî lîstika
zarokan) 12 car hat lîstin. Salona me ya Yeni Sahneyê 130 kesan dihewîne. Temaşevan tu
car me tenê nahêlin û salona me tije dikin. Ji ber vê jî em ji temaşevanên xwe re spas dikin. Niha lîstikeke me ya zarokan a bi kurdî hazir e. Ku ne ji koronayê bûya ev lîstik jî dê îsal derketa. Wergera wê jî lîstikvana me Gulîstan Şahin kir. Ji bo sezona bê jî niha em li
ser du lîstikan dixebitin. Yek bi kurdî, ya din jî bi tirkî ye. Ez ê niha navê van lîstikan û
cureyê wan nebêjim bila bibe surprîz. Niha em bêtir li ser komediyan dixebitin. Di
pêşerojê de em dixwazin li ser lîstikên ceribandinê, tragedya û hwd jî bixebitin. Li Yeni
Sahneyê em mehê 20 (herî kêm) bernameyên curbicur li dar dixin. Konser, sînema,
bernameyên wêjeyê û axlebî jî şano. Ev xebatên bi kurdî dê berdewam bikin. Yeni Sahne
heta bikare dê lîstikên xwe jî bilîze û lîstikên ji derve jî bihewîne. Yanî em dikarin bibêjin
wê Yeni Sahne di sezonên pêşiya me de jî bibe navendeke hunerê.

Dema em li lîstika we ya dawî ya bi navê Serbaz dinêrin, wergerê lîstikê Yakup
Selîmoglu ye, derhênerê lîstikê Yakup Selîmoglu ye û her wiha di lîstikê de wek
lîstikvanek jî cî digire, gelo ev piraliya Yakup Selîmoglu ye an jî ji ber nebûna
lîstikvan, derhêner û wergêran dibe mecbûriyek?

Dema em li dîroka Şanoyê dinêrin, her dem xwe diguherîne, geşedaneke nû çêdibe û
wisa diherike. Lîstikên berê bi saetan û hinekan jî bi rojan berdewam dikirin, lîstikên dirêj
bûn. Paşê bi demê re ev rewş guherî û lîstikên ku demên wan kurtir in tên lîstîn. Tenê
dem kurt nebû , kesên ku di lîstikekê de jî cî digirin kêm bûn. Niha hin lîstik ji aliyê kesekî
tenê ve tên derxistin. Ew ma ye kesê ku dilîze li teknîkê jî binêre. Mixabin ev ne piralîya
wî/wê kesî ye ku karibe him derhênêrî, lîstikvanî, dekor û kostiman çêbike. Îcar ez werîm
ser lîstika SERBAZ ku wek werger, derhênêr û lîstikvan ketime nav gengeşiya wê. Ev ne
piralîbûnek e, ev mecbûriyetek e û ev barekî giran e li ser pişta me. Belê, lîstikvanî û
werger bi min dibe lê derhênerî zêdeyî min e. A rast, di lîstikên me de (ji bo her du
lîstikên me jî derbasdar e) em bi hev re, wek kolektîv dixebitin. Em derhêneriyê wek nav
didin ser kesekî û ew kes gotina dawîyê dibêje. Em lîstikên xwe bi hev re diyar dikin û bi
hev re derdixin. Ji bo wergerê jî ez wiha bibêjim, ji ber ku min berê jî werger kirine, (çend
metin û çend lîstikên ku min wergerandine hene) ji ber wê ev ji bo min nebû pirsgirêk û
ev alîyekî min ê ne qels bû lê ji hêla derhênerîyê ve ez dibêjim, ez ne derhênêrek im û ez
xwe wisa nabînim. Xwe di vê hêlê de têr û tije jî nabînim. Hevalên me her tim min
dixapînin û vî karî davêjin ser pişta min.

Dîsa girêdayî vê yekê, wextê tu di provayan de bi lîstikvanan re li ser dikê cî digirî tu
di van kêliyan de karê derhêneriyê çawa bi rê ve dibî? Rêvebirina her duyan bi hev
re ne zehmet e gelo û ev yek di lîstikê de nêrîna derhênerî lawaz nake?

Belê bi rastî jî ev karekî zor û zehmet e. Dema tu li ser dikê yî divê çavekî ji derve te
binirxîne da ku bikaribe rê nişanî te bide. Ez dikarim wiha bibêjim, wek ku min di pirsa
berê de jî anîbû zimên, em lîstikên xwe wek kollektîf derdixin. Dema ez li ser dikê bim
hevalên din alîkariya min dikin. Lê belê ez wiha bibêjim, him di proveyan de him jî di
lîstikan de dema ku ez li ser dikê me û hevalê min dilîzin, ji lîstikvaniyê zêdetir hişê min li ser derhênerîyê ye, loma ez nikarim li xwe, li ser rola xwe kûr bibim. Ji ber vê ez ji aliyê
lîstikvaniyê de di van her du lîstikên ku min derhênerîya wan kiriye de xwe qels dibînim,
lewre ez nikarim hemû enerjîya xwe li ser xwe xerc bikim û tenê li ser rola xwe kûr bibim.
Mixabin, ev jî qelsiyekê derdixe holê. Him ji aliyê lîstikvaniyê ve him jî ji aliyê derhêneriyê
ve. Divê kesê ku derhênerîyê bike di lîstikê de nelîze. Ji bo lîstikeke baş an bêqisûr teqez
divê wisa be. Wek ku min got, ji bêderfetîyê ez him lîstikvanî him jî derhênerîya listikê
dikim, xwezî ew derfet hebûya û min tenê wek lîstikvanekî tê de cî bigirta, an jî min tenê
derhênerî bikira.
Ez dixwazim vê jî bibêjim, taybetî di lîstika SERBAZ de, ji bo rola Dixtor gelek tişt di hişê
min de hebûn (di lîstikê de ez karakterê dixtor dilîzim), rola ku herî zêde rûneniştî ye rola
dixtor e. Karekterê herî lawaz û karektêrê ku dile min rehet nake karekterê min e yê ku ez
dilîzim.

“Ez hêvîdar im di pêşerojê de xebatên xurtir û profesyoneltir derkevin, çi ku tevî bi
salan e li vir, li Batmanê, şanoyeke zindî û domdar heye jî, kom û xebatên wan tu car
negihîştine asta profesyoneliyê.”

Ev dinamîk û motîvasyona komên şanoyê yên li Batmanê ji ku tê? Tu çawa dinirxînî
vê motîvasyonê?

Batman bajarekî nû ye û ji ber wê em dikarin bibêjin çandeke Batmanê tune ye. Ji nebûna
çandê hunerê jî parekî mezin stendîye. Di nav beşên hunerê de para herî mezin jî şanoyê
girtiye. Ev deh pazdeh sal in hewildanek mezin heye ji bo çandeke şanoyê bê avakirin.
Gelek komên şanoyê ava bûn û bi salan dewam kirin, hin ji wan winda bûn, hin ji wan jî
parçe bûn û bûn sedema avakirina komên nûciwan. Her tim hewildanek hebû û her sezon
herî kêm sê komên şanoyê yên cuda aktîf bûn. Ya rast ev mijara nîqaşê ye, gelo ev çand
ava bûye an nebû ye. Wek min got, baş an xirab hewildanek heye. Li gor ku ev bajar
bajarekî nû ye û nû ava bûye, xwedî potansîyelek mezin e di vî warî de. Dema mirov
Batmanê ligel bajarên din ên Kurdistana Bakur dinirxîne mirov tê digihîje ku xwedî
enerjiyeke xurt e. Ger em di vê perspektîvê de li Batmanê binêrin, ji hêla şanoyê de
sînerjiyek mezin çêbûye û bi salan berdewam kiriye.
Erê dema deh panzdeh sal berê çar pênc koman li Batmanê dest pê kir, geşedanek veda û
bi xwe re berdewamî û motîvasyonek anî. Zêdebûna koman bi xwe re reqabetek jî anîye
û ev reqabet dike ku şano her tim zindî bimîne û xebatên cûr be cûr derkevin holê. Ez
hêvîdar im di pêşerojê de xebatên xurtir û profesyoneltir derkevin, çi ku tevî bi salan e li
vir, li Batmanê, şanoyeke zindî û domdar heye jî, kom û xebatên wan tu car negihîştine
asta profesyoneliyê.

Wêne: Kenan Demîr

Total
1
Shares
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Article

KARGEHA NIVÎSÎNA DRAMATÎK (ONLINE)

Next Article

Li Mêrdînê Kargeha Şanoyê

Related Posts
Bêtir Bixwînin

PRÊMIYÊRA ŞANO YÊ

4-ê meha adarê, sala 2007, di bajarê Moskva yê da, piştî axaftinên dirêj û bêfeyde, me dest bi…
Bêtir Bixwînin

EDEBIYAT Û TIYATRO…

Lokman Polat Min berê pir hindik berhemên şanoyî dixwend. Min herî pir roman, kurteçîrok û helbest dixwend. Di…