Şanoyek û Serpêhatiyek: Umît Aktaş

Şanoyek û Serpêhatiyek: Umît Aktaş

Dîrok : 03 06 2019 | Beş :PORTREYA MEHÊ

Recep Îçen
Şanoger û mamosteyekî… Yê ku gelek ji şanoyê hez dike û xwe wekî “hemalê şanoya kurdî” bi nav dike… Navê wî Umît Aktaş e. Bi lîstika “Şengê û Pengê” re li hemû bajarên Kurdistanê digere. Bi “KHK”yek ji mamostetiya tê dûr xistin lê ew qet dest ji şanoyê ber nade. Fermo portreya Umît Aktaş: 

Navê min Umît Aktaş e. Di sala 1984’an de li Şemrêxa Mêrdînê hatime dinê. Heta ciwaniya xwe li Şemrexê mame û piştî wê ji ber karê bavê min, bi malbatî em ji Şemrêxê çûn Cizîra Botan. Min mekteb li Cizîrê xwend, pişt re jî ji bo zanîngehê çûm Wanê. 

Nasîna min a şanoyê li Cizîrê çêbû. Hîn wekî do tê bîra min, wê demê mamosteyekî me yê lîseyê, bi zorê ji me pere stendibûn û me biribû şanoyek. Heta wê rojê jî haya min ji şanogeriyê an ji şanoyê tune bû. Gava min lîstik temaşe dikir, bi kelecanî giriyam, tu dibê qey li ser sehneyê ez hebûm. Min wê demê biryara xwe dabû, ez ê bibûma lîstikvan… 

Piştî lîseyê ez çûm Amedê, bi dilrehetî bêjim ku ji bo şanoyê ez li wir bûm. Her tim bala min li ser Şanoya Dewletê bû, ji bo min lîstik ferq nedikir, tenê hebûna şanoyê têra min dikir. Di wan deman de min haziriya zanîngehê jî dikir û min lî Wanê beşa Mamostetiya Dibistana Seretayê qezenc kir.

‘Lîstikên lîstine’

Gava ez çûm Wanê, zanîngeh ne xema min bû, xwendekarî aliyekî, şanogerî aliyekî bû. Karê min bi temamî bûbû şanogerî. Min ji hevalên xwe re digot, karê me yê yekemîn ne xwendekarî ye, karê me şanogerî ye. Û wiha jî bû. Cidiyetek û dîsîplînek amatorî li cem me hebû. Wê demê me ji xwe re komek çêkiribû, navê koma me “Nokta Oyuculari” bû, mixabin xebatên me wê demê tenê bi tirkî bûn. Di hundirê çar salan de me her sal lîstikek derxist. Lîstika me ya ewil a Adem Adar bi navê “Ozgurluk Oyunu” (Lîstika Azadiyê) bû. Lîstika me ya diduyan a Yılmaz Guney bi navê “Salpa” bû. Piştî wê, lîstika İsmail Kaygusuz bi navê  “Silvanli Kadinlar” me lîst. Çîrok bi kurdî bû lê belê bi zimanê tirkî hatibû nivîsin. Herî dawî jî me li Wanê lîstika Cemîl Denlî bi navê “Sêva Delalî” lîst. Belê, me xebatên xwe yên şanoyê bi tirkî dikir lê sekneke me ya politik hebû. Mixabin me ev jî ji xwe re kiribû “savunma”yek (Parastinek). Ne ku me cesaret nedikir, mixabin ji aliyê zimên ve pirsgirêkên me hebûn. 

Piştî zanîngehê ez çûm Cizîrê û min salek li wir mamostetî kir. Piştî 2008’an ez hatim Şemrêxê, gundê xwe. Heta wê demê jî tekiliya min û zarokan qet tunebû.  Bi xêra şanoyê û şanogeriyê pêşî zarokan ji min hez kir û pişt re min ji wan hez kir. Min lênerî ku mamostetî û şanogerî wekî hev in. Temaşevanên te, xwendekarên te ne. Ew zarok heke ji te hez bikin, tu karibî wan bidî kenandin, tu karibî kêfa wan binî, ew ê di polê de jî rûnin û ew ê bi rehetî li te guhdarî jî bikin. 

‘Ez vê çawa bikim?’

Min li gundê xwe dest bi mamostetîyê kiribû. Tekiliya min bi zarokan re bi kurdî bû. Li Kurdistanê bûm û ez kurd bûm, ev ne mimkûn bû ku bi zimanekî din, min ders bidana. Malbatên xwendekarên min, hemûyan bi malbatî ez nas dikirim. Ji xwe di pola min de tu zarokî bi tirkî nizanibû, axir nizanibûn. Belê karê me piçekî zehmet bû lê me ji hev kêf distend. Bi ya min mamostetî jî tiştekî wiha ye, heke tu ji wê mamostetiya xwe kêfê bistînî, zarok jî kêfê distînîn û ji te hez dikin. Zarokek hebû, qet ji bîra min naçe, haya wî ne ji dibistanê ne ji fermiyetê ne jî ji min hebû. Gava min pirtûk danî li ser maseya wî, rabû kelogirî bû û ji min pirsî; “Apo, ez vana çawa bikim?” Bifikire, zarok hatiye dibistanê lê nizane li ku ye, nizane ku ez kî me. Ez, yanî mamosteyê wî, bibûm apê wî. Ez wekî apê wan nêzîkî wan dibûm. Çar salan li gundê Girê Sorê min mamostetî kir. Piştî vê, ez hatim navenda Şemrexê. 

Gava ez hatim Şemrexê, wê demê Şaxa Egîtîm-Sena navçeyê nû vebibû û rêveber tune bû. Bi pêşniyarên hevalan re ez bûm rêveberê wir û min xebata xwe ya şanoyê li ser navê Egîtîm-Senê domand. Me li Şemrexê, ligel mamosteyan me du lîstik derxisin. Di nav lîstikvanên me de dev ji lîstikvaniyê berdin, mamosteyên ku heta niha lîstikek temaşe nekiribûn jî hebûn; nasîna wan bi şanoyê cara yekemîn li ser sehneyê çêbû. Ji bo gelê Şemrexê jî ev tişt tiştekî nû bû, cara ewil lîstikek temaşe dikirin. Me wê demê dest bi lîstika Azîz Nesin bi navê “Azizname 95” û a Adem Atar “Ozgurluk Oyunu” kiribû. Me her du lîstik jî li Şemrexê lîst û ji xeynî wan me lîstikeke zarokan jî çêkir. Navê lîstikê “Kurşun Askerin Utanci” bû. Me wê demê di navbera Egîtîm-Senê û Milli Egîtîmê de peymanek çêkir. Me bi 50 gund û mektebên gund re tekilî danî û me bi serwîsan zarok ji gundan dianî û dibir. Me ji xwe re xwaringeha “Yibo”yê kiribû sahneya şanoyê. Heta mehekê ez karim bêjim ku her roj me ew lîstik ji bo zarokan lîst. Ji bo min kêfxweşiyek pir mezin bû, ji ber ku şano ketibû rojeva zarokan. 

Pişt re bûyerek ne xweş qewimî. Ji ber qezeyeke trafîkê ku ji rojeke reş bû, naxwazim dirêj bikim, bi malbatî jiyan li me herimandibû… Di van salan de ji şanoyê bi dûr ketim.

Nasîna bi şanoya kurdî

Nasîna min a şanoya kurdî piştî 2012’yan çêbû. Têkiliya min bi awayekî Şanoya Bajêr a Amedê re çêbûbû. Wekî şanohezekî ez diçûm Amedê û min li hemû lîstikên wan temaşe dikir, ji xwe di wê demê de Şanoya Bajêr ya Amedê jî dest bi lîstikên kurdî kiribû. Pişt re tekiliya min bi Çetoyê Zêdo re çêbû, me zanîngeh bi hev re xwendibû. Piştî deh salan şûn ve me dîsa têkiliyek bi hev re danî. Çetoyê Zêdo di wan deman de li Stenbolê dramatûrjî dixwend û bi kurdî re jî eleqedar bû. Min bi xêra wî dest bi xwendina kurdî kir. Romana Bavê Nazê bi navê “Miriyê Heram” peşniyarê min kiribû û gotibû, “ka vê pirtûkê bixwîne û heke bikeve serê te ji xwe re bike şanoname.” Bi dahfdana wî, min ew roman kir şanoname. 

Di wan deman de Çetoyê Zêdo lîstikek nivîsibû, navê lîstikê “Şengê û Pengê” bû, ji min re şand û got, “teqez tu vê lîstikê li Mêrdînê derxî.” Min jî got, “serçavan”. Lîstik pir xweşa min çûbû û bi rastî jî pir xweş hatibû amadekirin. Min ev lîstik kir karê xwe. Pişt re em li lîstikvanan geriyan, me piçekî zehmetî kêşa lê me peyde kir. Li Şemrexê ez hebûm û mamoste Zeynep hebû (Xanima min e. Min bi xêra lîstikê ew naskir). Hevalek jî ji Mêrdînê tevlî me bû û hevalên din jî ji Amedê tevlî me bûn.  Di hundirê bîst rojan de li Mêrdînê em li hev civiyan. Pişt re Çetoyê Zêdo jî ji Stenbolê hat û tevlî me bû û me lîstik li Mêrdînê derxist. Me promiyera xwe li Şemrexê kir.

Herî hindik 30 hezar zarokî li lîstikê temaşe kirin

Ez qala bandora lîstika ku “Şengê û Pengê”, li ser zarokan, li ser malbatên zarokan û li ser me lîstikvanan kir bikim wê ev hevpeyvîn bibe pirtûk! Me sê salan bi derfetên xwe lîst. Ev lîstik li hemû bajarên Kurdistanê hat lîstin. Ji xeynî vê, me pirtûka “Şengê û Pengê” jî çap kiribû û ji dêvla bilêtan me pirtûk diyarî zarokan dikir. Gelek bajar û gundên Kurdistanê de mixabin sahnê jî tune bû. Wekî mînak herî dawî me  li Şemrêxê li ser romorka traktorê lîst. Bi çi hawî bûya me jê kêf distend û zarok jî jê kêf distendin. Bifikire, tenê li Şemrexê di sûkê de du hezar temaşevan li ser nigan bû. Ez dikarim vê bi dilrehetî bêjim ku herî kêm me xwe gihand 30 hezar zarokî. Ji bo me dilxweşiyek pir mezin bû. Wê rojê ez li Şemrexê bûm, gava çavê zarokan li min ketin bi hev re strana Şengê û Pengê digotin:  “Şenga min, Penga min! Dayîk çûye zozanan. Xwariye pelên kizwanan. Şîr ketiye guhanan. Zû bikin, lez bikin, derî vekin. Dayîk hatiye danan!” Bi a min, jê xweştir tiştekî tune… 

Tiştekî pir eceb hebû, ev lîstik ji bilî zarokan, bêtir bandor li ser mezinan çêkiribû. Hîn jî wekî do tê bîra min, gava me li Mûşê lîst, min lê nerî ku, bi carekê telefon di destê mezinan de ye û hemû li ber sehneyê kom bûne û zarok li paş mane. Min jî lîstik da sekinandin û min ji wan rica kir ku bila biçin dawiya sahneyê ku zarok karibin bi rehetî temaşe bikin. Ne tenê li Mûşê ji hemû bajarên Kurdistanê bêtîr bala mezinan dikişand, ji ber ku di wextê xwe de ev çîrok ji dê û bavê xwe guhdarî kiribûn. Bi xêra lîstika Şengê û Pengê ez hem li şanoya kurdî, hem şanogeriya xwe û hem jî ji xwendin û nivîsandina kurdî hay bûm.  

Ji Nisêbînê ber bi Stenbolê ve

Pişt re min berê xwe da Nisêbinê, ji xwe  Zeynep (dergistiya min) ji Nisebinê bû û pir dixwest ku em biçûna Nisêbinê. Me her duyan jî tayîna xwe xwest Nisêbinê. Tabî di heman demê de jî dîsa bi dafdana Çetoyê Zêdo, min haziriya beşa dramatûrjiyê dikir. Min biryara xwe dabû, min ê li Stenbolê beşa Dramatûrjiyê bixwenda. Di sala 2015’an de min beşa Dramatûrjiyê qezenc kir. Tayîna min hîn nû derketibû Nisêbinê. Mi got, em ê salekê li Nisêbînê bin û piştî zewaca xwe vegerin Stenbolê. Me biryara xwe dabû, li Nisêbînê lîstikek bi kurdî bilîsta. Li ber destê me, lîstika Fernando Arrabal hebû bi navê “Seyrana li Çeperê”.  Mamoste Aydin Rengîn wergera wê çêkiribû. Lê mixabin piştî şerên Xendekan, em li Nisêbinê, me nekaribû daweta xwe çêbikira, ne jî karibû şano bilîsta. Min lê nêrî ku wiha nabe û li Nisêbinê jî, ji destê min tiştek nayê, min berê xwe da Stenbolê û min dest bi xwendina Dramatûrjiyê kir. Hevala min Zeynep, li Nisêbinê ma li cem malbata xwe. Ji xwe ne hewceye ku em bibêjin ku çi hat serê nisêbîniyan û çi nehat… 

Di havîna 2016’an de bûyerên xendekan piçekî sivik bûbûn lê dîsa jî berdewam bû. Hevala min Zeynep tayîna xwe ji Nisêbînê anî Stenbolê, pişt re jî min tayîna xwe anî Stenbolê. Di sala 2016’an de em zewicîn. Lê mixabin berî dawetê bi hefteyekê Zeynep ji kar hat dûrxistin. Mamostetiya wê ji destê wê stendin. Sê meh bi vî awayî berdewam kir. Zeynep ji wezîfeya xwe hatibû dûrxistin û ez jî hem diçûm mektebê hem jî diçûm zanîngehê. Sê meh şûn ve Zeynep dîsa vegeriya ser karê xwe.

Ji kar têne avêtin

Di sala 2017’an meha reşemiyê (sibatê) de “KHK”yek (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) hat û vêga em bi hev re hatin îxrackirin. Me negot, ax û of… Ji bo beşa dramatûrjiyê hatibûm Stenbolê, û me zewaca xwe jî hê nû kiribû. Me dît ku wiha nabe, me jî dest bi lêgerîna kar kir. Me nikaribû bigota, “em îxrac bûne, haydê em vegerin li cem mala bavê xwe rûnin.” Dawiya dawî me cîhek (kafeyek) dît. Me xwest ku kafeyeke kurdewar be, ji hêla çandê, ji hêla muzîkê, ji hêla şanoyê ve her tim çalak be û wiha jî bû. Helbet ew bûyera KHK’yê rojeva me guhertibû lê ji bo me nebûbû asteng, jiyan berdewam dikir. 

Egidê Cimo di heypevyina xwe de gotibû, “Hinek bi rihê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe…”  a me jî ling çûbû rih mabû. Niha, hem wekî dramatûrg, hem jî wekî lîstikvan ez xebatên xwe yên şanoyê didomînim. Me li Şa Performansê lîstika “Mirzayê Biçûk” derxist, min wekî dramatûrg tê de cîh girt ji xeynî wê, me li Wanê bi Tiyatro Mencel re lîstikek derxist. Ew lîstik jî ji aliyê Çetoyê Zêdo ve hatibû nivîsin û Nazmî Karaman jî derhêneriya vê lîstikê kir. Min jî wekî dramatûrg tê de cîh girt. Navê lîstikê “Zargotin Zêrgotin e”. Hîn jî li Wanê tê lîstin. Herî dawî jî ew lîstika ku min dixwest li Nisêbînê bilîzim, me li Stenbolê çêkir. Lîstika bi navê “Seyrana Li Çeperê”. Ez jî Zeynep jî di lîstikê de cîh digrin û niha jî ji xwe her hefte li Şa Performansê (li Stenbolê) dilîze. Me xwest ku em li Kurdistanê jî bilîzin lê mixabin ji ber ku em KHK’yî ne, cih nedan me. Nizanim heta kengî wiha berdewam bike lê bila haya wan ji me çêbibe ku em li vir in û em ê li vir bin… 

Hemalê şanoya kurdî

Di şanoya kurdî de ez xwe, wekî “hemalekî” dibînim. Heta niha, min çi kiribe, ez dibêjim, “oxweş, min çi xweş kir.” Tenê ez ji vê yekê re aciz im ku, çima ew qasî dereng pê hesiyam, ez gelek caran bi xwe re dixeyidim; ne ku tenê ji bo şanoyê dibêjim bi giştî qala hunera kurdî û qala nivîs û xwendinê dikim. Yanî bi çi hawî be, ez ê her tim di şanoya kurdî de cîh bigrim. Şanoya kurdî wekî bexçeyekê ye, hema mirov di wê beçxeyê de rûne û bêhn bike jî bes e. 

Li derfetên îro dinêrim, siyaseta îro dinêrim û li xebatên di wan salên dawî de dinêrim, bi dilrehetî dikarim bêjim ku şanoya kurdî her ku diçe pêş dikeve. Tu carî paş neketiye ew ê nekeve jî…

***

Nivîsên Recep Îçen ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

– Çîroka şanogerekî pênaber: Aram Taştekîn 

– Şanoger û pêşmergeyekî: Teyar GERMAVÎ
– Çend gotin li ser lîstika “Xwezginî”
– Ji Akademiyê Re Raporek
– “Commedia Dell’Arte ya Kurdî” Tartuffe

– Di du saliya xwe de BÊRÛ   

https://diyarname.com/news.php?Idx=35575

Total
0
Shares
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Article

Charlie Chaplînî heta niha 'Tenê Ez'

Next Article

Hafizeya Şanoya Bakur: Kemal Ulusoy

Related Posts