Refîq Çalak û Mîrata Wî – Marî R. Rostemî

Refîq Çalak û Mîrata Wî

Marî R. Rostemî

Werger: Fexriya Adsay

Refîq Çalak (1923-1973)

Refîq Çalak di 1923yan de li Silêmaniyê hatiye dinyayê û di 1941î de dibistana mamosteyan xelas kiriye. Dema Mutefîqan di Şerê Cîhanê yê Duyem de li Yafa, Filistînê istasyona radyoyê damezirandin, Çalak tevî Goran, helbestvanê kurd ê navdar, wek pêşkeşvanê kurdî sê salan di radyoyê de xebitîn. Di 1944an de bi vegera wî ya ji bo Iraqê, ket radyoya kurdî ya Bexdayê. Ji ber nivîsandina lîstikeke şoreşgerî ya bi navê Strana Azadiya Çînêpiştî mehekê hate qewirandin û vegeriya Silêmanî û bû mamoste. Di 1947an de ji ber axaftineke wî ya bi helkefta hilweşîna Komara Mehabadê û daliqandina pêşewayê kurd û efserên artêşê careke din hat qewirandin. Di 1950yan de vegerîya Radyoya Bexdayê û heta 1956an li wir ma. Di van salan de, çendîn lîstikên radyoyêçêkir ku li Kurdistanê navûdengê wî wek hunermendekî mezin qayim kir. 

Di 1957an de adaptasyona kurdî ya L’Avareya Molière bi derhêneriya Refîq Çalak wek Pîskey Terpîr hat pêşkeşkirin. Vê lîstekê di nêzîkirina gel a ber bi şanoyê de roleke mezin leyîst û li hember lîstikvanên şanoyêsempatiyek çêkir. Her çiqas lîstikê xwe dispart L’Avareya Molière jî ewqas hatibû kurdîzekirin ku li gor Bêkes “ger Molière bihata ser rûyê erdê û li lîstikê temaşe bikira, wê nizanîbûya ku lîstika wî ye.” Bi vê lîstekê Çalak jî wek karekterekî karîzmatîk derket pêş û ji aliyê pir kesan ve hat naskirin.

Piştî serkeftina Pîskey Terpîr, Çalak, ligel hevalên xwe yekem Komeleya Kurd a Hunerên Bedew (Komeley Hunere Cwanekan, 1957-1963) damezrand û bû serokê wê. Helbestvanê kurd yê gewre Şêrko Bêkes, ku yek ji endamên Komeleyê bû û di Pîskey Terpîr de roleke wî hebû, di salên 50 û 60î de bandora Çalak a li ser çanda kurdî wiha dide nasîn:

“Beriya Refîq Çalak, şano zindî nebû, lawaz û sar bû. Refîq Çalak yekem kes e ku ew germ kir. A din, ew kes e ku dengê wî yê di radyoya Bexdayê de li Kurdistanê di salên 1950yan de ku her kes bi kelecan li bende dengêwî bû, hezkirina dramayê xist her malê…Em nikarin di van salan de qala lîstikên kurdî yên radyoyê û xwendina helbestan û pêşkêşan bikin bêyî ku em qala Refîq Çalak bikin. Em nikarin qala muzîk û rojnamegeriya kurdî jî bikin. Bîst û çar salên dîroka şanoyê wî dagirtiye. Di demeke ku li welatê wî tevgerên çandî an piştevaniya bo tevgerên bi vî awayî tune bûn de, ew bû pêşeng.”

Li gor Bêkes, ku Çalak ew kiribû sûflor, bi gelemperî ji tekstên lîstikan dûr diket û diyalogên xwe yên du paragrafî dikir du rûpel! Mirovekî xwedî belaxet bû, qet peyv qut nedikirin, laşekî wî peyik û aqilekî wî yê tûj hebû. Wî drama kiribû alternatîfa siyasetê ku tê de têk çûbû, jiyana xwe bo lîstikvaniyê, nivîsandinê û stranbêjiyê terxan kiribû.

Komeleya Kurd a Hunerên Bedew li Kurdistanê di vê qadê de yekem bû. Piraniya endamên wê yên damezrêner ji Tîpî Mosîqay Mewlewî bûn ku gelek şahiyên muzîk û şanoyê li dar xistibûn. Komeleyê, di 1957an de ji bo lehîzedeyên li Silêmaniyê pere bidin hev li Silêmanî, Hewlêr û Koyê çalakiyên muzîk û şanoyî jî li dar xistin. Serkeftina van çalakiyan careke din bû îspata piştevaniya gel a ji bo hunera kurdî bi taybetî jî dema xizmeta berjewendiyên neteweyî dikir.

Hunermend Refîq Çalak di jiyana xwe ya hunerî de ligel afirandina bi dehan lîstikan, gelek stran û meqamên kurdî xwend û tomar kir. Bi dengê xwe, bi stranên xwe û bi lîstikavniya xwe, Refîq Çalak hemû temenê xwe bi hunerê bexşî û xizmetekî mezin ji bo hunera Kurdî kir. 

Refîq Çalak di sala 1973an de li Bexdayê çû ser dilovaniya xwe.

Goran û Refîq Çalak li Yafa, Filistînê, 1943
Refîq Çalak di Şanogeriya Gilkoy Tazey Leyl de Silêmanî, 1957
Refîq Çalak di Şanogeriya Bûkî Jêr Dewarî Reş de, Silêmanî, 1961
Total
0
Shares
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Article

Di Şanoya Kurdî De Laboratuarek: Mordem - Recep Îçen

Next Article

Ez ji we re hestên bê sînor hêvî dikim: MEM Û ZÎN - Yusuf Unay

Related Posts