Ji Edîtor- Xwendevan û hunerhezên ezîz merheba, em bi DÎALOGê, bi portala şano, dans û performansê cara ewil li pêşberî we ne

Ji Edîtor 

Xwendevan û hunerhezên ezîz merheba,

Em bi DÎALOGê, bi portala şano, dans û performansê cara ewil li pêşberî we ne. 

Dîalog Portaleke serbixwe ye. Armanca me ew ku bi rêya Portala Şano, Dans û Performansê ya Dîalogê, sazkirina qadeke nivîskî, rexneyî, analîzî û zanistî ye di derbarê şano, dans û performansê de; sazkirina diyalogeke nivîskî û hevpar di navbera şanoger, dansvan, performer û kedkarên hunerên sahneyî de; sazkirina nêrîneke dijmêtinger di warê hunerên sahneyî de û sazkirina arşîveke online di derbarê şano, dans û performansa kurdî de, çend armancên Dîalogê ne.

DÎALOG bi van nivîsan dest bi weşana xwe dike;

Derhêner û lîstikvan Berfîn Zenderlîoglu bi nivîsa xwe ya bi navê  “Honakeke ‘Tarî’ ya Xwe Spartî Neliheviyan: Macbeth” cî  digire.  

Zelal Anğay bi nivîsa xwe ya ku serenavê wê “Forsa Şerko û Forsa Godot: Li ser şanonameya Forsa Şerko vekolîneke cerribandinê” ye, li ser lîstika Yusuf Unay ya ku tu carî derneketiye pêşberî temaşevanan, bi awayekî dramaturjîk xwendineke vekolînî kiriye.

Kurd (bindest) li hemberê serdestên xwe, hunerê, bi taybetî govendê ji bo berxwendan û dermanê travmayên hilbijartî, çawa dike amurekê? Berrî Shemdîn bi nivîsa xwe ya “Govend Katharsisa Kurdan e” li bersiva vê pirsê digere.

Aktor, derhêner û dramaturg Şalîko Bêkes di gotara xwe de, bi awayekî kronolojîk û bi nêrîneke rexneyî behsa tecrubeya şanoya Kurdî û xebatên şanoyê yên li Soveyetê dike. Ji ber cihêrengiya alfabe û zaravayê nivîskêr me mudaxeleyî rastnivîsa wî nekir.                                                        

Rojnamevan û wergêr Sîrwan Rehîm di nivîsa xwe de behsa hevnasîna xwe û derhênerê navdar ê pandomîmê Arsen Poladov ku li cîhanê di nav derhênerên pandomîmê de di rêza çaremîn de ye dike.

Şanoger Yusuf Unay bi nivîsa xwe ya ku serenavê wê “Têkiliya Kereng û Hunerê” ye, di rûpelên Dîalogê de cî girtiye.

Pelda Bal bi lîstikvan, derhêner û şanonamenûs Îhsan Arat re li ser şano û şanogeriya Kurdî, li ser damezirandina Tiyatro Rîtûlê û bandora pandemiyê li ser şanoyê hevpeyvînek pêk aniye.

Marî R. Rostamî bi nivîsa xwe ya bi navê “Mem û Zîn û Destpêka Şanoya Kurdî li Başûrê Kurdistanê” ku Fexriya Adsay ji Îngilizî wergerandiye tevli DÎALOGê dibe. 

Ji bo nivîs, analîz, rexne û hevpeyvînên nû çaverê bin û di Dîalogê de bin, bi Dîalogê re bin!

Her şad û bextewar û bi sihet bin!

Total
0
Shares
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Article

MEZOPOTAMYA DANS

Next Article

TÊATROYA KURDA YA ELEGEZÊ (Dr. Eskerê Boyîk)

Related Posts