“Heft Demên Jiyanê”

Çetoyê Zêdo

Hemû Dinya Sehneyek e,

Û hemû jin û mêr tenê lîstikvanên wê ne.

Yek tê sehneyê û ê din jê derbas dibe.

Her kes bi qasî para xwe gelek dilqan dilîze.

Heft demên jiyanê hene. Ewilî zarokekî berşîr e;

Bi girî û grêz di nav destê dê de;

Piştre bi çentê xwe zarokekî dibistanê

Bi rûkeniya sibehê weke qapûşkê bi teql

Bêdîlî diçe dibistanê.   Dora nûciwanî ye;

Sergerm e, bi rêzikên bêhevî 

Distrê li ser ebrûyê yarê. Zû tê wexta şervanîyê

Mişt bi sondên ecêb weke pilingekî bisimbêl

Çav li rûmetê, di şer de bi lez û bez,

Digere li dû kela navdengîyê

Li ber devê topa êgir jî be. Piştre dibe yekî dadwer,

Mafdar e bi zikê têr û xemla xwe,

Bi dêm û awirên giran

Tije ye bi şîret û salixdanên serdemê;

Bi vî teherî dibuhirîne navserîyê. Sehne diguhere

Ew êdî kalekî navmal û bêmecal e.

Berçavk daketîye ser bêvilê, bêrîk tije ye.

Çi fêde cil û bergên ciwanîyê lê fireh e.

Bi ser hev de xwar bûye û dengê wî yê qewîn

Dîsa vegeriyaye sewta zaroktîyê

Weke bayê fîkandinê di dev de ye. Û sehneya dawî

Bi xwe re diqedîne van serpêhatîyên ecêb.

Ev dem zaroktîya duyem e li pey jibîrkirinê;

Bêdiran, bêçav, bêtam, bê tu tişt.  

*Ji Şanonameya Shakespeare “As You Like It/Çawa Bi Dilê We Be”

(Jaques; Perde 2, Sehne 7)

As You Like ItHeft Demên JiyanêShakespeareWergerAS YOU LIKE ITHEFT DEMÊN JIYANÊSHAKESPEAREWERGER

Total
0
Shares
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Article

Şanoya Malê û Heyamê

Next Article

GOVEND KATHARSIS'A KURDAN E - Berrî Shemdîn

Related Posts