GOVEND KATHARSIS’A KURDAN E – Berrî Shemdîn

GOVEND KATHARSIS’A KURDAN E

Kurd (bindest) li hemberî serdest, hûner-govendê çawa dike amurek ji bo berxwedan û dermana trawmayên hilbijartî?

Berrî  Shemdîn

Şano, bi lîstikvan û bi hunerên; dans, mûzîk, wêje, hunerên plastîk (tiştên ku tê qalipkirin an jî karî şekil bidî -xwedîye çawanbûna tiştên plastîk- bi meteryalên borax, alçî, kîl hwd.  wêne,peyker hwd.  tê çêkirin), tevî dekor-mîmarî van pênc huneran di nava xwe da dihewîne û bi wan dibe hunerek. Ji bo sînemayê jî dibêjin hunera heftemîn, şano-lîstikvanî pênc  huneran di xwe da dihewîne. Qada min a profesyonelî şano-lîstikvanî  ye û wek  her hunermendê/î ez ê hewl bidim ku mîna etnografek li ser meselê bisekinim û binirxînim. 

Dema em karakterek analîz dikin bi rêbazên  ‘Pirsên Ç-Wh Questions’ (Kî, Çi, Çi Çaxê, Çi Der, Çima û Çawa) pirsan dikin. Ev pirs me ber bi karakter ve dikişîne û dike nava psikolojî, sosyolojî, dîrok, mîmarî û hwd. ên karakter.

Ji zaroktîya xwe de govendên ku  bi gotinên zêmaran (bi zilma serdestan,bi taybetî bûyerên ku Kurd tê de têkçûne..)dihatin girtin ez jî di nav da bûme heta îro. Ev rewş her tim ji bo min mereqek bû ku bû sedema vê gotarê. Armanca vê gotarê ew e ku di jîyana rojevê de û li hin platforman  rastî pirseke bi vî şiklî têm; ‘Kurd çima bi stranên ku ji serî heta binî zêmar û şîn in govendê digirin?’ Bi vê gotarê dikevim pey şopa bersiva vê pirsê. Gelo, di bingeha vê rewşê de nezanîn heye an bi zanebûn tê kirin? Sedem çi ye? Têkilîya bûyerên trawmatik û bîra  kollektîf çi ye û govend-hûner\katharsîs, çawa dibin amurên berxwedanê?                              

Katharsis çi ye?

Katharsîs [pakbûyîn], hestên xurt bi tecrubeya şano û wêjeyê bi me dide fêmkirin û dema hestan serbest dihêlî wê demê hestên xwe berdidî û rehet dibî, ji vê rewşê re dibêjin katharsis bi gotina ferhanga Cambridge. 

Catharsis (Latînî), Yewnanî Κάθαρσις ji katharsîsî “pakbûyîn” an “zelalbûyîn” e (di heman demê de tam di maneya “lêker” καθαίρειν’dan “zelalkirin, ji bo paqijkirin”ê  de kathairein tê wergerandin û di Yewnana Antîk de “pak an jî paqij” û di serdema modern de bi sifata katharos :  καθαρός) yanî biberketinek mezin, xem, kenîn an nûbûn, nûkirin û encama hestên zindîbûnê,  guhertinên mezin tîne û ji nişka ve hest xurt dibe diçe qada herî bilind. (https://www.newworldencyclopedia.org/entry/Catharine_Esther_Beecher)

Di psikolojîyê de jî bi wateya “paqijî û tasvîyekirin”ê (cleaning û purging)  di terapîyê de bi rêya katharsîs’ê  kesên ku xwedî trawmayan in tên tedawîkirin.Dema ku terapîst bi rîya hîpnoz, axaftin û terapîyê hestên binhişî derdixin holê ew hest pir xurt û bilind dibe, jê ra “katharsîst” tê gotin. Gava bi rêya wêjeyê terapîyê dikin ji vîya ra dibêjin “bibliyo terapî”, gava bi rêya hîpnozê dikin dibêjin “hipno terapî”. 

Di heman demê de di ‘terapîya dansê’ de ( ya ku Kurd bi govendê xwe tedawî dike ez ê di beşa Dans û Katharsisê de vekim) û di dramayê de jî bijîşk bi rîya lîstikan, wan kesan dikin nava karakterek û di wî/ê karakterê da ew kes bi êşa xwe re rû bi rû dimînin û katharsîs’ê dijîn û bi vî şiklî tên tedawîkirin.

 “Têgeha “katharsîs”,  di Yewnana Antîk de wek têgeheke hekîmî hatiye bikaranîn. Dihat wê maneyê ku maddeyên xirab ji bedenê diavêje, pak dike. Tê gotin ev peyv di wateya ehlaqî û dînî de jî dhat bikaranîn’’(Şener, rûpel-46) Di heman demê de katarsis hatiye wateya avêtina ji bedenê ya rihên xerab.

Ez ê  hinek jî vîya vekim, Aristoteles di  ‘Poetica’yê de cara yekem ev peyv  bi kar anîye û teorîze kiriye. Bi katharsîs’ê teorîzeya hunera şanoyê dike û şanoyê dike meydana hunerê, balê dikişîne bingeha şanoyê ya ku têkîldarî psikolojiyê ye. Di Poetikayê da behsa şeş hûnerên( şano, dans, mûzîk, wêje, hûnerên plastîk û mîmarî) mezin dike û behsa bandora şanoyê dike. Aristo qala taybetmendîyên teqlîdê dike û teqlîdê ne tenê ji bo hûnera şanoyê, ji bo mûzîk û mîmarîyê jî destnîşan dike. Dema lîstikvan karakterekî/ê diafirînê; ew bi hereket, sekn, rih û fikrên xwe li hemberî  me îlîzyonekê çêdike û karakterekî/ê zindî dike. Temaşevan wê demê dikevin  dinyaya karakter, ewqas bawer dike ku xwe di şuna karakter dibîne û wek ku xwe temaşe dike…  Di tragedyayê da “şaşîtîya trajîk” dibe sedemê êş û dawîya jîyana karakter. Temaşevan ji xwe, ji ber şaşîtîya trajîk a karakter dikeve nav xof û tirsê. Di Poeticayê da tê dîyarkirin ku bi saya vê tirsê xurtbûna hestan, katharsîs [pakbûyîn] pêk tê. Aristo, bi encama katharsîs’ê [pakbûyîn],  taybetmendîya hûnera şanoyê ku rih baş dike dide nîşandan û feydeya hûnerê ‘etîka şabûn’a takekesî, bi şabûna civakê ra girêdide. Şano, şabûna temaşevanekî/ê û şabûna  temaşevanan tîne cem hev û pê digihê şabûna civakî.

”Tragedya, ji alîyê ehleqê sergevez,  destpêk û dawîya wî dîyar, xwedîyê mijarek dirêj û teqlîda tevgerek; bi zimanekî hûnerî hatiye xweşikkirin; beşên ku digire nava xwe amûrên taybet bi kar tîne; kesên di nav tevgerê da temsîl nake. Ji ber vê yekê tragedya, ne tenê çîrok [mythos] e. ‘Dersa tragedya, bi şîyarkirina hestên tirs û dilşewatîyê pakkirina rih e.”’ (katharsis).(Tunali – 1993, beş 6, nupel:23). 

Arîsto, katharsis û etîk

Aristoteles, ji bo şanoyê dema behsa vê hûnerê dike girîngîya vê hûnerê li ser tragedyayan û bi têgeha katharsîs’ê cara yekem bi teoriya xwe destnîşan dike. Ez werim ser Katharsis’a Şanoyê-Tragedya  çawa alîkarîya me dike? Di tragedyayan da dema karekter bi xeteyekê (ji nava wê sistem, civak û bawerîya wê civakê) ji rê derdikeve, an jî  ew jirêderketin dibe ”Xetaya Trajîk”  û dibe sedema tirsê, ji ber sawnakê (katastrophe)  pakbûyîn bi tevahî pêk nayê, tenê dibe despêka pakbûyînê û ji ber vê yekê jîyana temaşevan a rastî di ber çavê temaşevan ve derbas dibe. 

Temaşevan ji bo karakter xemgîn dibe, ditirse di heman demê de xwe dike şûna karakter  ger ew tişt bê serê wî/ê  ditirse û hîs dike an xwe dike cihê karakter û digirî. Wê çaxê katharsîs pêk tê. Bi saya wê lîstikê yên li hemberê wê/î ne, wan sedeman dibîne, fêm dike, xwe nas dike, gunehê wê/î bi wan kesan tê, di wan kesan de xwe dibîne, ditirse, digirî û ji xwe diçe… Aristo, ya rast ‘Etîk’ê ne li ser tevgerên karakter, dawîya encama tevgerên karakter pêkhatina katharsîs’ê û piştî katharsîs’ê pakbûyîna temaşevan wek ku dîsa ji nû ve, tiştek ku nû dest pê dike dibîne. Yanî pakbûyîna temaşevanek di heman demê da bi temaşevanan ra  pêk tê û ev ji pakbûna rihê kesekî/ê  bi civakê  re em karin girêbidin. Kes û civak, civak û kes dibe yek. Yanê katharsîs bi xwe dibe sedemê çalakîyeke baş.

Lucas, têgeha katharsîs’ê  tenê ji bo tragedya û hûnerê bi kar nayîne. Tragedya û hûnerê ji Aristo digire tîne serdema nû û li ser civakê şîrove dike . Li gorî Lucas, komên biçûk an civateke teng bi hev re katharsîsê dijîn. Piştî wê katharsîsa ku bi hev re hat jîyîn zêdetir nêzî hevdu dibin û têkilîya wan xurtir dibe.

“Bi taybetî di trajedîyê de dilpêşewitîn, pirî caran xemgînî ye. Di nava civatek ku bi awayekî şidandî bi hev ve girêdayîn e, mirî an jî zêmarî(hewarî), di nava civatek ku bi hev re pir xurt girêdayîn e da êdî dibe perçeya jîyanê û bi hev re tên parvekirin an jî dişibe hewarîyên giştî.“ (Lucas-1980, nupel: 273). 

Lucas li ser Xrîstîyanan mînakê dide. Di kuçe an kolanekê da cimaeteke xrîstîyan bifikirin, cimaet diçe dêrê û bi hev re ayînan pêk tînin, stranên li ser İsa dema ku li çarmixê dixin.. bi bîr tînin û duayan dikin, digirîn… Piştî wan tevgerên wan ên kollektîf, hem dîn û bawerîya wan xurt dibe, hem jî nêzîktirî hevdu dibin, têkîlaya wan a ku di nav hevdu de ye dibe sedêmê birêxistinbûneke  civakî.

Travmayên hilbijartî û katharsis

Komeke mezin; Milletek, bawerîyek, mezhebek… komên mezin gava ku neheqîyek an jî ji ber taybetmendîyên wan bûyereke xirab tê serê wan, ew komên mezin wê trawmayê hildibijêrin ku hem ji bîr nekin hem jî bigihînin nifşên ku piştî wan tên. Mînak ; Fermanên  ku li ser Ezdîyan hatine dayîn, Komkujîya Cihû, Komkujîya Dêrsimê û hwd. 

Tiştê ku min şahidîya wî kir dixwazim bi we re parve bikim. Dema ez li Amedê di Kampa  Şengalê(2015) da bi dilxwazî dixebitîm min bi çavê serê xwe dît. Êzîdî, ev fermanên ku hatine serê mezinên wan û êrîşa dawî ya ISISê… Di nava rojê de ji nişka ve bang dikin “girîjin” û mîna hewarîyê hem çi qewimîye bi hemû hurgilîyan nebe jî ji hev re vedibêjin hem jî digirîn. Wê demê min jî bi wan re li trajedîyên wan guhdar dikir û digirîyam. Êdî girîyê min nedisekinî.  Ji nişka ve Pîrejinek sekinî û tevî hemû kesên li cem xwe, keçikek ku di emrê min da bû, jê re gotin ; Keça min rabe wê bibe çadirê, rewşa keçikê ne baş e. Ez û du keçikan çûn çadirê ez hîn jî digirîyam lê ew herdu keçik bi min dikenîyan… Wê çaxê hem pê diêşîyam hem girîyê min berdewam dikir, hem jî ji ber girî û hewarên wan ên ku bi kontrolî dikin li wan  difikirîyam. 

Her tiştên ku dikirin mîna rutuelê û bi kontrol bû, dikarim bibêjim tam mîna şanoyê nebe jî, nûveyên şanoyê heta mîna lîstikvanîyê û  tevgerên bi kontrol bûn . Helbet  paşê min fêm kir ew girîjinên ku hatin wir di nava wan de yên ku herî bi tecrube bûn di nava vê rituêlê da ew bûn. Eynî di tragedyayê da wek gotinên koroyê bû her tişt. 

Jixwe tragedya jî di despêkê da mina vîya bû, paşê bi perçekirina monologê  dialog çêkirin… Dawîya dawî hat forma şanoya îroyîn girt.  Di wê rituelê de armanc ew bû ku bi girî, xwe li hemberî wê buyera xerab ku dibe êş û tirs pak bikin, bi civaka xwe ra dîsa wateya hebûna xwe xurtir bikin. Ji vê catharsis’a bi kontrol rêyeke tedawîya travmayên wan bû û di heman demê de “travmayên hilbijartî” bû.  Wateya rituel û zemarê nejibîrkirin e, di heman demê de bi nivşên nû re jî tê parvekirin.

Vamik Volkan, Travmayên Hilbijartî li ser komên etnîk ku ji ber taybetîya etnîka wê koma mezin  hatine qetilkirin bi kar tîne û wan komên mezin bi zanebûn an bê zanebûn travmaya ku hatiye hilbijartin dibe sedema xurtbûna wê komê, nasnameya wan dide jîyîn û ew nasname dibe sedema xurtbûna ewlehîya hestê. Ev travmayên ku hatine hilbijartin êdî dibin sedema xurtbûyîna nasmameyê ji bo nivşên nû. Bi vê trawmaya hilbijartî nivşên nû bi berpisîyarîya nasnameyê digire û navbera nivşên nû û yên berê xurtir dike. Bi saya vê travmaya hilbijartî  ku travmayên nifşên berê  bên tedawîkirin û  bi nivşên nû ev dibe berxwedanek û wê koma mezin li ser pîya dihêle, dibe motora wê nasnameyê.

(Vamik Volkan-Seçilmiş Travma, yetkinin politic idelogist ve şiddet https://www.academia.edu/17928522/Secilmis_Travma)

Ji bo Fanon, tundî rêyeke meşru ye ji bo bindestan. Her wiha  tundî bi manaya xwe ya sembolî re, dibe hêza berxwedan û qeweta rêxistinîyê. Tundî di heman demê da dibe sebeba katharsîs’ê. Li gor Fanon dij-kolonyal,  di dîalektîka Hegelî ya ‘Efendi-Kole’ da ev sekin, tekabûlî xebata kole û keda kole dike.( Ulutaş,2019, nupel 305)

Dans û katharsis

Dionysus xwedawendek e ku di Yewnana Antik da xwedawendê şerabê, zayînê, ritûelên coşê, şano û coşîya dîn û bawerîyê, di heman demê da temsîla “hovîtî’’yê ye yanê bi wateya saf, hîn bi pergala mirovan nehatiye kedîkirin. Ji alîyê însanan ve xwedawendê ku herî pir jê hatiye heskirin e û ji ber vîya jî jê re ‘Xwedawendê Mehserê’ dibêjin, di nava xwedawendanan da tenê li ser nave wî mîhrîcan hatine lidarxistin, şerab vedixwarin û jê ra dua dikirin. Mîhrîcana Dionysosî bûye sedema destpêka şanoyê, di vê mîhrîcana Dionysusî da satîr(nîvî însan, nîvî bizin, ev  parastvanên daristanan, cinên daristan bûn)ji bo Dionysusî stran digotin û muzîk lê dixistin. Ev satîr mîna koroyê bûn, bi monologan çîrok parve dikirin, rîtûelên şahîyê pêk dianîn, paşê di serdema tragedyayan da ev monolog hatin perçekirin bûn diyalog û bi hejmara lîstikvanan koro tenê bû mîna devberkê gel… Jixwe trajedî wateya “strana bizin”ê  ye, ew jî ji ‘Satîr’ên ku Dionysusî ra stran digotin… 

Dawîya dawî, dema mîhrîcana Dionysusî her kesî dans dikir, şerab vedixwar û ji xwe ve diçûn û  katharsîs pêk dihat. Dans û mûzîk ji bo ku bi coş bibî an ji ber coşê ji xwe biçî, rêya herî sivik e ku dibe sedema katharsîs’ê. Ji ber vîya jî dema behsa katharsîsê dibe  Dionysus tê bîra mirov. Yanê ‘Satir’ bi şerabên Dionysosî kêfxweş dibûn dans dikirin û jixwe ve diçûn. Ji navê berjêr laşê ‘Satir’an mîna bizinan bû, di tragedyayan da dema behsa katharsîs’ê  dikin bi lingên wan (dengê rîtma lingên bizinan – dans)lêbarkirinek bû ji Dionysosî ra  mîna metaforekê. Dans jî şahî jî katharsis jî hemû di Dionysosî da tê pênasekirin. Ev jî me dibe dansê ritma ku laş digire û ji xwe ve diçe, dibe sedema katharsîs’ê.

Scott Scullion, têkilîya Dionysos û Katharsîs’ê bi Antigone teşhîr dike. Li ser tragedyaya Antigoneyê di stasimona pêncemîn da koro dibêje “hemmû bajêr bi nexweşîyeke bêyom ketiye” û Dionysos  bi “were bi lingên xwe yên katharîk” gazî wî dikin. Bi piranî ev katharsîs’a di bin hişê koroyê da, ji ber ku cesedê Polyneikes neketiye bin axê tê qebûlkirin, dixwazin paqijbûna Thebes’ê bi vîya bibêjin. Ancax katharsîs’a bi wî tewrî karê Dionysosî nehatiye qebûlkirin. Lê li ser xirabûyîna hişê nasos (“nexweşî”) tenê bi dansên bi coş tesîrên kathartîk  nîşanî me dide û ev bandora katharîk ya şênber û yekemîn e. Di piranîya gelek pasajan de ( lê bi taybetî beşa pêncemîn)di  kûlt û contextan da referansên ku behsa lingên Dionysos dikin. Ew bê şik û guman, him bi naveroka îlahî him jî bi form-şikil,  Dionysos’î mîna motîfek ji dansê li Dionysos’î bar dikin. Dibêjin Sophokles di Antigoneyê da, ne ji ber van du xirabbûyinên hişî(nosos-mental) û pevçûna sivil ji ortê rake,  koro ne ji bo bangazîya  gelemperî  ya vebayê an jî ji bo xelaskirina ji qirêjîyê  Dionysos’î  dike.  Ji bo ku wan ji vê stresê rizgar bikin gazî dikin.

Dikarim bibêjim hûner,  bi taybetî jî şano tevî van pênc cureyên hûnerê( mûzîk, dans, wêje, hûnerên plastîk, Dekor-mîmarî)   mîna ku  civakê yekvûcud bike, ji bo feydeya hestên mirov bi katharsîsê tedawîya hestan dike.

Kurd çima bi stranên têkçûyîn û bûyerên trajîk govendê digirin?

Niha jî em werin di rewşa Kurdan de bala xwe bidin Katharsîs, Travmayên Hilbijartî û Dansê. Dema ez zarok bûm di dewatan govend bi strana “Bîngol Şewîtî” dihat girtin, buyereke  ku hîn ez ji dayîk nebûbûm. Ne haya min ji Bingolê ne jî ji şewatên ku bi destê dagirker dibû hebû. Bûyerek ku berîya min bûyê haya min jê tune bû helbet. Dema ez bûm xort di govendan de  bi saya vê stranê têgihîştim ku çi li Kurdistanê qewimîye. Ka em niha lê binêrin  di strana ‘Bingol Şewtî’yê de behsa çi tê kirin;

Bîngol şewitî mijdûman e

Megrî, megrî dayê megrî

Zekî kuştin ber malan e

Zeman xirab em têda ne

Bingol şewitî mij dûman e

Megrî, megrî, dayê megrî

Esker ketin nav gundan e

Zeman xirab em tê da ne

Va! qomandan, bê îman e

Megrî, megrî, dayê megrî

Millet topkir, bi copan e

Zeman xirab, em têda ne

(…)

Ev buyer di sala 1980an de mîna ku di gotinên stranê da derbas dibe leşker tên Zekî di nav maleke gund de dorpêç dikin û piştî pevçûnê Zekî dibe şehîd û leşkerên dagirker gund didin ber agir dişewitînin. Ev di albûma ‘Koma Berxwedan-1984’ê de derdikeve, ji alî Zozanê ve bi dengekî kelogirî û bi êş tê gotin. Yanê stran bi awayê xwe yê orjinal ne bi govend e lê dema gel guhdar dike bi xwe dibe straneke dawetan û cihê xwe digire û pê govenda delîlo tê girtin. Dibe ku bi saya govendê ev stran zûka dikeve hemû gund û bajarên bakurê Kurdistanê. Dawet, cihê ku civak tên cem hev bi hev re şa dibin lê bi saya van travmayên hilbijartî di heman demê da êşên xwe yên ji bindestîyê jî bi amûra govendê bi bîr tînin û katharsîs pêk tê, civak hem ji van trawmayên xwe, xwe tedawî dike hem jî bindestîya wan dibe berxwedan û berxwedanan  xurtir dike.  Yanê em dikarin bibêjin Trawmayên Hilbijartî,di vir da hem şîn e hem jî dibe berxwedanek. Kurd bûyereke ku nasnameya wan a neteweyî pê hatiye êşandin(ev ji neheqîya serdest) nexwestiye ji bîr bike. Psîkolojîya “qurban”an bindestîyê û li hemberê vê bûyînê bi hev re trawmayê bi bîr tîn in û bi coşa berxwedanê zindî dikin.

Minakek ji strana “Malan Bar kir’ ku li ser bûyera Komkujîya Dêrsimê ye-1938

Malan barkir lê lê çûne waran lê

Dînê lê dînê lê dînara min

Goştê me xwar in lê mişk û maran lê

Keçê lê rindê lê bermaliya min

Ez sêwîme lo lo ber destame lo

Delalo delalo delalê min

Birîndar im lo lo bê xwedî me lo

Hevalo hevalo hevalê min

Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê

Dînê lê dînê lê dînara min

Dilê’m êşiya lê lê agir pê ket lê

Keçê lê rindê lê bermaliya min

Gotin û Muzîk : Gelêrî

Piştî Serhildana Dêrsimê bi pêşengtîya Seyîd Riza, bi hezaran Kurd tên kuştin, ên ku sax dimînin jî tên sirgûnkirin û ev stran behsa sirgûnîya wan dike. Ev jî Travmayeke Hilbijartî ye.

Li ser sê nivşên Dêrsimê, lêkolînek li ser travmaya Komkujiya Dêrsîmê hatiye kirin. Nivşên duyemîn û sêyemîn ji mezinên xwe bihîstine Komkujîya Dêrsimê. Nivşên sêyemîn dema behsa trawmayên xwe kirine eynî mîna ku ew şahit bûbin ev anîne ser ziman.

Di vê lêkolînê de em dikarin bibêjin bindest bi vê parvekirina trawmaya hilbijartî di heman demê da mîna dîroknasan ji bo ku haya nivşên nû ji serdestên wan hebe û ev bindestî mîna berxwedana hiş berdewam bike.(Academic Research International Vol.8(2) June 2017)

Ji bakurê Kurdistanê mînaka dawîyê bidim, bi strana “Bagok”ê.  Bagok, çîyayek di navbera Mêrdîn û Nisêbînê de ye. Di 1ê Nîsana 1988an de di navbera gerîlla û leşkerên dagirker  de şerek dest pê dike. Şer, şev û rojek didome û 20 gerîlla li hemberî bombebarana balafirên dagirker li ber xwe didin û 20 gerîlla jî şehît dibin. Piştî vî şerî bi sedan ciwan berê xwe didin çîyayên Kurdistanê. Ji derve dema em lê mêze dikin dibînin ku têkçûyînek heye lê ev bûyer jî dikeve nava gel an em wiha bibêjin dê çêtir bibe, gel vê buyera trawmayê hildibijêre û dike berxwedana xwe. Stran ji xwe di orjînalîya xwe de straneke berxwedanê ye lê gel jî yekser vêya digire û bi vê stranê him bindestîya xwe bi bîr dixe hem jî katharsîs’a xwe dijî. Bagok- Hozan Dilgeş  https://youtu.be/DQyGrRjypu8

Ne tenê li bakurê Kurdistanê  em dikarin heman rewşê li rojhilatê Kurdistanê  jî  bi mînakan nîşan bidim.

Piştî Şoreşa 1979an a gelan li Îranê, Ayetullah dest danî ser rejîma Îranê û dest bi şerê hîzbên kurdan kir. Wê demê li Rojhilat partîyên bihêz Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê û Komeleya Şoreşgerên Kurdistana Îranê bûn. Li bajarên Sine, Seqiz û Merîwanê di salên 1981-1982an de şer  û pevçûnên mezin rûdan. Heta wê çaxê Pêşmerge di nav bajaran da dijîya û li hemberî dewleta serdest- İranê li ber xwe dida. Bi sedan sivîlên kurd ji aliyê rejîma nû ya Îranê ve hatin şehîdkirin. Pêşmerge mejbûr man ji nava bajaran derkevin û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.

Her wiha hunermend Şivan Perwer  di sala 1982an de bi navê ‘’Agirî’’ albumek belav kir û tê de strana Pêşmerge çêkir.   Ew stran weke ‘’Wa Hatin Pêşmergê Me’’ li ser zarê hemû xelkê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû û bi vê stranê govendê digirin, hîn jî berdewam dike. Ev stran mîna strana “Bagok”ê encama têkçûyînê bû, bi hezaran Kurdên sivîl û pêşmerge şehît bûn lê gellek ciwanên Kurd bi vê stranê berê xwe dan çîya û berxwedana Kurdistanê.

Videoya Şivan Perwer piştî 1980yî li rojlihatê Kurdistanê: https://youtu.be/qgCF29STjx8

Dema em berê xwe didin başurê Kurdistanê heman komkujîya serdest…  Dîsa di salên 1990î de di navbera rejîma Beasê û Pêşmergeyên başurê Kurdistanê de pevçûnên dijwar rûdidan û rejîma Beasê ya ku Seddam Hûsên serokatîya wê dikir, proseya Enfalê didomand û ji 1980an heta 1990î  ji 160 hezarî zêdetir kurd ‘’Enfal’ kiribûn.  Xelkê Herêma Kurdistanê ligel Pêşmergeyan bere xwe dabûn û Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê. Gelek Pêşmerge jî li çiyayê Qendîlê bi cî bûbûn. 

Hunermend Tahir jî wê demê bi navê ‘’Le Qendîlî Serberzewe’’ stranek tomar kir. Di wê stranê de destnîşanî bi pîrozbahiya xak û niştiman û canbexşîna Pêşmergeyan kir. Ew stran bi xwe bi dengekî dilşewat dibêje, lê bû wekî straneke govendgirtinê û êdî li zarê hemû Pêşmergeyan belav bû.  

Ev piştî salên 1990î  ye. Tahir Xelîl: https:/https://youtu.be/BGopJjG89no

Em îcar li rojavayê Kurdistanê  mêze bikin bi mînakeke teze û ku êdî bûye straneke sembola Şoreşa Rojava. Her kes dizane bi hezaran xort û canikên Kurd li hemberî êrîş û dagirkirina ISISê(DAİŞ), di berxwedana Rojava de şehît bûn. Di 2019an de strana Şervano- Hûnergeha Welat, tenê bi du enstrumanan dayîkek zêmarekê li ser lawê xwe dibêje. Orjinala stranê xwerû û bi dengekî  nizm bû lê piştî du rojan ev stran, belavî her derê Kurdistanê bû, bi milyonan Kurd li vê videoyê temaşe kirin. Pişt ku ev stran hîn nû derketibû di televizyonan de, me dît ku dayîkek di cenazê lawê xwe yê ku şehît bûye de, bi vê stranê hem digirîya hem jî dilîst, tena serê xwe mîna govendeke serbixwe bû, berxwedanek li hemberî serdestan hat performe kirin.

Şervano: https://youtu.be/_QZkWVCk9Zs

Di heman demê de ev travmayên hilbijartî ku bûne stran, di muzîkê de bi rîtma 2/4’în ,     4/4’în ev  gelek bi hêsanî dibin stranên govendê. Bi rîtmên van (2/4, 4/4,  6/8) pîvangan her stran bi rîtmeke lezkirî dikare bibe straneke govendê. 

Ji bo Kurdan hûner-govend amureke berxwedanê ye. Di bindestan de berxwedan êdî dibe armanca jîyana wan û bi hemû amûrên jîyanê, jîyana wan biberxwedanê watedar dike. Kurd li hemberî van travmayên hilbijartî û bi navgînîya  hunerê  ‘qurban’ ji psikolojîya qurbanîyê derdixe li hemberî serdestê xwe jê hêzekê derdixe. Ev hêza Kurdan ne gilî û gazin e bi amûra hunerê dibe serhildan û berxwedaneke hunerî. Di dawîya dawî de ev rewş bi hunerê dibe berxwedaneke civakî. Ew buyer û qewamên ku tên serê kurdan nabin sedema serîtewandin û tirsê, dijberî vîya van qewaman ji bîra xwe dernaxin heta ev dibe sedema xwedîderketina bindestî û bi hunerê-dans dibe berxwedanek li hemberî serdestan. Bi saya vê govendê ku dikevin mil û destên hev katharsîs’ê pêk tînin û ji tirsa serdestên xwe rêxistina xwe ya civakî  xurtir dikin. Ev bîra hestên wan ên kolektif, têkilîyên wan ên civakî li hemberî serdestan wek dîwarên kelehekê ne.  Êdî huner-govend  bûye nasnemeya Kurdan û berxwedanên wan. Wek mînak di zanîngehên tirkan da kurdên ku di rojên dîrokî de govendê bigirin, êdî ew govendgirtin bûye nasnameya kurdan û ji ber vîya polîs êrîşî wan dikin û gellek şagirtan digirin bi zorê dibin qeraqolan. Ji alîyê serdestan ve jî hatiye qebûlkirin ku govendgirtina kurdan êdî çalakî û tevgereke polîtîk e. 

Bindest, bi refleksên  berxwedanê rêyeke civakî dibîne ku katharsîs’a xwe bijî, xwe pak bike ji tirsa serdest, ji qurbanîyê,ji şikestina hêzê. Ji ber vê yekê govend gellek girîng e di çanda berxwedana kurdan da. Bi taybetî van demên dawî piştî Şoreşa Rojava stranek ku bi navê ‘Em Bernadin Vê Dîlanê’ derket jî nîşan dide ku kurd govend-dîlanê li hemberî serdestên xwe dikin amûreke berxwedan û têkoşînê. Yek Kurd kurd e, du kurd govend(berxwedana hunerî) e, sê kurd serîhildan e.

Çavkanî:

Selda Şener, Dunden Bugune Tiyatro Düşüncesi-Dost Kitabevi Yayinlari-2006

Aristoteles-Poetika, çeviren İsmail Tunalı- Remzi Kitabevi-1993

Aristotle- Poetics; D.W.Lucas-Oxford At The Clarendon Press-1980

Seçilmiş Travma- Vamik Volkan 

Müstemleke Zamanları: Bir Frantz Fanon Okumasi-Ejder Ulutaş- Imgelem-cilt3 sayi 5-Aralik2019

Scott Scullion-Dionysus and Katharsis in “Antigone”- Universtiy of California Press-April 01 1998

The Psychotraumatic Effects of “Dersim 38” on the Second and Third Generation- Gulnaz Karatay, Azad Gunderci, Murat Cem Demir, Nazan Gurarslan Bas, Yadigar Çevik-Academic Research International Vol.8(2) June 2017

Total
0
Shares
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Article

"Heft Demên Jiyanê"

Next Article

Dîalog bi Frank Heuelî re - Mîrza Metîn

Related Posts