Ez ji we re hestên bê sînor hêvî dikim: MEM Û ZÎN
Yusuf Unay
Dibêjin “Gotina herî xweşik di derbar ‘evîn’ê de hatiye gotin”.
Rast e ya na, ez nizanim. Lê ez di vê baweriyê de me ku herî zêde di derbarê ‘evîn’ê de hatiye gotin û tê gotin jî. Gelo em neheqiyê li hestên xwe yên din nakin? Tirs, hêst, êş, fedî… belkî… lê mijara me ya niha ne neheqî ye. Em ê çend gotinan di derbarê çîrokeke evînê de bikin. Em ê jî piçekî neheqiyê li hestên xwe yên din bikin û behsa çîroka “Mem û Zîn” bikin.
Di sala 91ê de, gava me li fîlmê “Mem û Zîn” temaşe kir, ez hê zarok bûm. Em li ber dîmenên apê Mûsa matmayî sekinîn. Gelo ez îro dîsa temaşe bikim wê çi hestan di dilê min de bilivîne. Hûn çi dibêjin?
Li başûr jî li bakur jî Mem û Zîn, wekî şano çend caran derket hemberî temaşevanan. Li bakur ji xeynî kurdî bi tirkî jî derket ser dikê. Herî dawî Şanoya Bajêr ya Amedê bi derhêneriya Ruknetttin Gün derxist ser dikê. Mixabin derfeta min ji bo temaşekirinê çênebû lê min pesindanên di derbarê lîstikê de xwendin.
Divê em di ser fîlmê “Veşartî” re gav nekin. Di fîlmê ku li dora motîfeke xweşik ya fantastîk digere de komek şanoyê, lîstika “Mem û Zîn” prova dikin. Derhêner Ali Kemal Çınar guhertina nasnameya zayendî ji xwe re kiriye mijar. Hin kes hene ku kengî digihêjin sîh saliya xwe ji aliyê zayendî ve nasnameya wan diguhere. Ji ber ku fîlm motîfa “guhertinê” dikole, em tenê dibînin ku koma şanoyê, beşa hevdîtina çar lehengên xwe bi cil û bergên zayendê dijber şidandine û di şahiya Newrozê de hevûdu dibînin prova dikin.
Baş e lê gelo we tu carî ji xwe pirsî; ev gotinên di derbarê evînê de çima piştî sê sed salan nayê jibîrkirin û tê xwendin, tê temaşekirin?
Bê guman ji bo her miletî çîrok û destanên sereke hene. Ev çîrok di qonaxa navnetewî de neyên binavkirin jî ji bo wî miletî xwedî buhayekî giran in. Lê gelo “Mem û Zîn” tenê ji bo me giranbuha ye? Yan bi taybetiyên xwe ji çîrokên din yên cîhanê vediqete û bi van taybetiyan xwedî asteke navneteweyî ye ya na?
Du kes ji hev hez dikin, li dijî zewaca wan astengek derdikeve û çîrok bi trajediyê diqede. Çima ev çîroka ji rêzê li ser zimanan kevn nabe?
Ev çîrok bi tirkî, farisî yan jî erebî bûya wê li ber dilê me wisa hêja bûya?
Wekî tê zanîn; hesta evînê bi destpêka xwe ji hestên din cuda ye. Bi gelemperî hestên mirov, piştî pêvajoyekê dertên. Zûka an jî hêdî hêdî lê berîya hest derê divê ji alî pêvajoyekê ve bê kedîkirin. Di psîkolojiyeke sererast de ji nişka ve û bê desem mirov hêrs nabe, xemgîn nabe. Divê em li pêvajoyekê bibin temaşevan. Tişta ku hestên me dertîne wêneyek jî be (yanî ne pêvajoyek be), di wî wêneyî de çîrokek, pêvajoyek heye. Lê mirov ji nişka ve evîndar dibe. Xebatên zanistî nîşan didin ku piştî ku du kes hevûdu dibînin, hestên evînê di nava çend kêliyan de dertên.
Ehmedê Xanê jî li gorî vê qayîdeyê çîroka xwe honaye. Du zilam û du jin di şahiya newrozê de rastî hev tên. Di nava wê geremolê de, çawa ku çavên wan bi hev dikevin, evîndarî hev dibin. Gustîlên xwe bi hev diguhêrin. Guhertina gustîlan ji we re jî wekî rewşeke îronîk xuya dike? Ev her çar kes di mercekî ewqas awarte de evîndarî hev dibin ku rojek din, kengî hevûdu bibînin dibe ku rûyê hev nas nekin. Ji loma wê ji gustîlan hevûdu nas bikin. Em ê dîsa vegerin ser gustîlan…
Derhatina evînê ya ji nişka ve, di derbarê vê hestê de argûmanek din dide destê me; hestên din di safoka hişê mirov re derbas dibe. Kengî mirovek bikeve xwarê û serê wî bişikê, ev rewşeke tirajîk e û hûn pê xemgîn dibin. Lê ew kes dujminê we be? Wê demê heman rewş hestên we yên xemgîniyê dernîne. Tew hûn karin pê kêfxweş jî bibin. Lê hesta evîndariyê ne wisa ye. Ji nişka ve dertê û di derbarê kesê/a hemberî we de lêkolînê nake. Em bibêjin hûn ji kesên kej hez nakin, bila be dîsa jî hûn dikarin evîndar bibin. Ji loma min gotibû dibe ku belasebeb derê. Ger em bibêjin dilê me ji tu kesî, ji çavên me, ji guhên me, ji aqilê me napirse û bi serê xwe evîndar dibe, ez dibêjim wê ne şaş be.
Erê… Tu dibêjî qey karê dil, di wê dema kin de, di nava wê aloziyê de hêsan e, dîsa jî Ehmedê Xanê karê dil piçekî din dijwar kiriye. Mêr xistiye nav dîtbariya jinan, jin jî xistiye nav ya mêran.
Jin li hemberî xwe jinan, mêr li hemberî xwe mêran dibînin û evîndarê van hemzayendên xwe dibin. Tajdîn, Mem, Zîn û Sitî bi cil û bergên xwe tenê rûyê xwe neguhertine, di heman demê de nasnameya xwe ya zayendî jî guhertine. Ji ber ku em ê di berdewama çîrokê de fêm bikin ku lehengên me kesên li hemberî xwe wekî hemzayendê xwe nas kirine. Di derbarê vê evînê de difikirin. Bi ya wan, evînek bi vî rengî ne mumkun e, ji ber ku kesên derketibûn pêşberî wan hemzayendê wan bû. Gelo ev tişt xewn bû? Ger xewn bûya ev gustîl çi ne? Ev gustîl, vê evîna li derî aqilê wan, ji nav xewnê dikişîne û tîne bi rastiya jiyanê ve girê dide.
Ehmedê Xanê hesta “evîndariyê” tenê ji wateya pêvajoyên jiyanê neqetandiye. Di heman demê de ji wateya zayendî jî qetandiye. Evîna ku Ehmedê Xanê radixe, evîneke xwerû ye; ji demê, ji erdnîgariyê, ji zayendan dûr e. “Evîna wî” hesteke ku tenê di navbera du dilan de mohrkirî ye.
Ev jî cudatiya çîroka Ehmedê Xanê ye. Û ev cudatî Ehmedê Xanê dike xwediyê çîrokeke navneteweyî; dike xwediyê evîneke bi sînor. Wî ji forma çîrokeke klasîk ya evîndariyê diqetîne û xwedîbûna taybetiyeke tekane, berhemê mayînde dike.
Ez ji we re hestên bê sînor hêvî dikim.