Derbarê DÎALOGÊ de
Portala Şano, Dans û Performansê ye û ji bo vê gavê bi awayekî serbest tê nûkirin. Dîalog, di 27ê Adara 2021î, Roja Şanoya Cîhanê de dest bi weşana testê kir.
Dîalog Portaleke serbixwe ye. Sazkirina qadeke nivîskî, rexneyî, analîzî û zanistî di derbarê şano, dans û performansê de; sazkirina diyalogeke nivîskî û hevpar di navbera şanoger, dansvan, performer û kedkarên hunerên sahneyî de; sazkirina nêrîneke dijmêtinger di warê hunerên sahneyî de û sazkirina arşîveke online di derbarê şano, dans û performansa kurdî de, çend armancên Dîalogê ne.
Dîalog ji bo vêga weşanên xwe bi awayekî online dimeşîne. Lê yek ji armancên Dîalogê ev e ku di dahatûyê de bibe kovareke çapkirî û bigihêje ber destên xwînêrên xwe.
Diyalog pêşketin e, fêrbûn e, fam e, nasîn e, danûstandin e û pirbûn e.
Bê diyalog nemînin û di nava monologên cirnexweş de nefetisin.
Berpirsê giştî yê weşanê & edîtor: Mîrza Metîn
Edîtor & Redaksîyon: Rıfat Yıldız
Koordînator: Kenan Demîr
Berpirsê Teknîkî yê Malperê: Fereç Çelîk
