Di Şanoya Kurdî De Laboratuarek: Mordem
Recep Îçen
Di hundirê şanoyê de çîroka Barış Işık û Savaş Işıkî di sala 2000î de li Amedê dest pê dike. Piştî ku gundê wan tê şewitandin malbata Işık berê xwe dide Amedê û li wir şanoyê dinasin. Barış Işık li dû “Jerzy Grotowskî” welat bi welat digere di heman demê de Savaş Işık jî li Azerbaycanê li ser şanogerîya zarokan dixebite. Di sala 2017an de dîsa tên cem hev û li Amedê “Sehneya Hunerê Ya Mordemê” ava dikin.
Birayên Işık, di Sehneya Mordemê de li ser çanda vê erdnigariyê mîna laboratuarekê dixebitin û tiştên ku heta niha bi dest xistine, bi teknikên nûjen dixwazin ku wan tiştan berbiçav bikin û derxînin holê. Niha di sehneya Mordemê de ji xeynî şanoyê ji her aliyê hunerê ve gelek xebat tên meşandin.
“Çîrokek e ev; çiqas ji rastiyê û çiqas jî xewn, lê me li xwe kir armanc û em ketin riyekê, li pey raza rojên bi şênahî. Di rê de nav li me zêde bûn, herî zêde jî em bûn bengîyê MORDEMê ku tê wateya HER DEM MIROV… HER DEM HUNER…”
Fermo: Çîroka birayên Işıkî û laboratuvara Mordemê…
Ji sala 2000î vir de em di hundirê şanoyê de ne. Di sala 1999an de Meteris Kültür Merkezî hat vekirin. Bi navekî din NÇM. Ew der çar mehan vekirî ma. Ez li wir beşdarî perwerdehîya şanoyê bûm. Bi qasî mehekê berdewam kir. Wê demê piçekî tevlihevî hebû. Gava em derdiketin derve, malbatê ji bo ku em bi kurdî neaxivin şîret li me dikir. Ji ber ku gelek zehmetî kişandibûn. Heta yanzdeh salîya xwe jî ez li gund bûm. Piştî ku gundê me hat şewitandin me berê xwe zivirand Amedê. Em bi eslê xwe ji nava Lîcê ne. Birayê min ê mezin di Zîndana Diyarbekirê de nexweş ket û pişt re jiyana xwe ji dest da. Yanî esasê jiyana me di hundirê siyasetê de bû û cihê ku me dikarîbû em xwe îfade bikin partî bû. Jixwe şanogeriya min jî di nava partiye de dest pê kir. Lîstika min a yekemîn “Dörtlerin Gecesî” bû. Mîna skecek bû. Di wan salan de min lîstika xwe ya yekemîn hazir kir. Em ji nav şer derketibûn û cihê ku em xwe îfade bikin nîn bû. Pişti ku min kifş kir ku bi rêya şanoyî jî her tiştî dikarim bikim û dikarim bi şanoyê jî xwe îfade bikim min rasterast berê xwe zivirand xebatên şanoyê.
Wê deme Şaredarîya Amedê hê tam di destê me de nebû. Jixwe piştî ku me şaredarî bi dest xist, xebatên me yên şanoyê jî bêtir berbiçav bûn. Ji kevnarî şanoya şaredariyê hebû û lîstikvanên wan jî hebûn. Metin Boran ji bo perwerdehîyê hatibû Amedê, heke hûn ji min bipirsin ez dikarim bibêjim ku xebata min a esil bi wî re dest pê kir.
Di sala 2000an de piştî ku me Şaredarîya Amedê bi dest xist têkilîya min a siyasetê jî qut bûbû û li ser çand û hunerê min xebatên xwe didomand. Wê demê me nedigot, em ê şanoya kurdî çêkin yan li ser şanoya kurdî em ê wan tiştan çêkin. Lê dem çû û gava ku min bêtir xwe di hundirê wan xebatên şanoyê de dît ev tişt guherî. Weke mînak ez dikarim qala wan xebatana bikim; Şanoya Şaredariyê ya Amedê, Dsmê, Atolyeya Grotowskî… Jixwe şikestina mîn a herî mezîn Atolyeya Grotowskî bû.
Di sala 2002an de DSM(Diyarbakır Sanat Merkezi) vebû û ez tevlî wan bûm. Di gelek lîstikên wan de min cî girt. Savaş jî di lîstikek de tevlî me bû. Navê lîstikê “O Şehrin Çocukları” bû. Nazan Kesal derhênerîya lîstikê kiribû, listik li ser helbestan bû. Pişt re di lîstika “Kasım ile Nasır” de min lîst. Şule Ateş derhenerîya wê lîstikê dikir. Li DSM’yê em bi Yurdaer Okur, Uğur Polat, Uğur Yücel, Emre Koyuncuoğlu, Bruno Marin re xebitîn. Hema hema di heman tiştan de Savaş jî cî girt.
Di sala 2003an de li Stenbolê dêra Arya Îrînîyê bi navê “Aksiyon”ê lîstikek hat çêkirin. Di lîstikê de tiştên ku qal dikirin û formên ku bi kar dianîn, lêgerîna wan bi gelemperî pir bala min kêşa. Ez çûbûm zaroktiya xwe, ew dengbêjên ku ji me re stran digotin, tevgera wan, ew kêfxweşîya wan hemû li ser sehhneyê bû. Piştî lîstikê ez çûm cem wan û bi wan re axivîm. Min got; gava min lîstika we temaşe kir ez çûm zarokatîya xwe, hesteke ecêb bû û tiştên bi wî rengî min hîs kir. Rasterast min got, ez dixwazim rêya ku we kifş kiriye ez dixwazim hîn bibim û ji we perwerdehîyê bistînim.

Di navbera sala 2004-2005an de ez tevlî xebata wan bûm. “Jerzy Grotowoski and Tomas Richards Work Center” navenda wan li Îtalyayê bû. Lê ez bi wan re wê çaxê li Sırbistanê(Wê deme Yugoslavya bû) bajarê Novî Sadê li ser şanoya Grotowoskî min atolyeyek dît. Di sala 2005an de jî li Rûsyayê em bi hev re xebitîn. Dîsa heman sal hatibûn Kapadokyayê û ez jî tevlî atolyeya wan bûm. Piştre li Edeneyê min konservatuar xwend. Savaş jî ji sala 2003an vir de di nava şanoyê de ye. Di sala 2008an de li Azerbaycanê konservatuar xwend. Li wê, ji Yugo Devlet Tiyatrosuyê li ser lîstika zarokan staj wergirt. Piştî ku zaningeh qedand li Amedê “Şanoya Şibak” ava kir. Cihekî piçûk bû. Bi piranî li ser lîstikên zarokan dixebitî. Li wir gelek lîstik derxistin. Min jî di sala 2010an de li Îngîlîztanê ji bo lîstikvanîya zarokan û ji bo şanoya zarokan staj wergirt. Armanca me ev bû ku em xwe di hundirê vî karî de bi pêş bixin ku feyda me bêtir bigihîje vê herêmê. Hema em dikarin bi rehetî bêjin ku ji sala 2000î vir ve em li ser şanogeriya kurdî, li ser formên şanoya kurdî û li ser rîtûelên şanoya kurdî dixebitin. Niha di hêla berhevkerinê de em gihîştine gelek encaman. Di şanoya kurdî de çend formên sereke hene. Ji xeynî vê tevlihevîyek jî heye. Wek ku dibêjin: Form nîn e, em ê forman li bigerin yan em ê formeke nû ava bikin… Dîtina min ev e ku niha şanoya cihanê li ser şanoya çîrokbejîyê ji nû ve tê avakirin.
Gelek tiştên ku em beşdar bûne hene. Armancek û pîrsa me ya sereke ev bû: hînbûna vî karî û bi bikaranîna vê erdnîgariyê re em dikarin çi bikin? Gava ez li ser vê erdnîgariyê biaxivim û heke ez bêjim tenê ji bo kurdî bixebitim ew ê pir kêm bimîne. Ji ber ku li vê erdnîgariyê Ermen jî hebû Sûryan jî hebû, Keldan jî hebû û her wekî Faris jî wiha…
Di sala 2007an de em tevlî festîvala Batmanê bûn. Ji bo Heskifê hatibû çêkirin. Di wê festivalê de me çar kesan li ser “Melayê Cizirî” performanseke bi kurdî çêkir.

Di sala 2012an de min, İhsan Arat û Gulşah Erdur dest bi Şanoya Şaredariyê ya Batmanê kir. Pênc salan em li wir man û di gelek lîstikan de min cî girt. Me şagirt perwerde dikir, lîstik derdixistin… Li Batmanê di lîstika Murathan Mungan ya ku navê wê “Binali û Temir” e de min cî girt. Di lîstikên Murathan Munganî de formên rojhilata navîn hene. Di lîstika “Bînalî û Temir” de lehengek heye navê wî Avar e. Avar vebêjerê wê lîstikê ye. Di lîstikê de me dengbêjek bi kar anî. Me li ser sehnê jê re çîroka lîstikê digot û dengbêj jî bi strankî ji me re digot. Di wê lîstikê de me mudaheleyî lîstikê kir ji ber ku li wê vebêjek hebû û ev kes jî ji bo forma şanoya kurdî jî pir li hev dihat; jixwe xebatên me jî li ser dengbêjî, çîrokbejî û qewlbêjîyê ne. Me rasterast di wê lîstikê de dengbêjekî tercîh kir ji ber ku lîstik bi wî şiklî xûrtir dibû. Lêgerîna me û tiştê ku me dixwest em çêkin li holê bû.
Piştî qeyûmê em hemû belawela bûn. Di wan deman de demek kurt li Batmanê mam. Yakup bû, Gulşen bû û çar pênc kes jî şagirtên me bûn. Me bi wan şagirtan lîstikêk ji bo kolanan çêkir. Lîstik bi awayekî metaforik bû ji bo rojêva siyasetê. Em li dolmîşê siwar dibûn û me jî nizanibû em li ku bilizîn. Me li ku qelebalixek bidîta me dilîst. Kolan bi kolan em digerîyan.
Wê demê rojnamevanek hat bi me re hevpeyvînek çêkir, wêne mêneyê me jî kişand lê em jê re dibêjin, ji ber ku qedexe ye bila rûyê me dernekeve. Piştî nivîs derket me got xwezî rûyê me derketibûya… Me lêniêrî ku di nivîsê de dibêje, “Batman Şehir Tiyatrolarından kopan tiyatro oyuncuları sokak gösterisi yapıyor.” Me got, heval tu çi dikî? Go, heval ji ber ku bibe nûçe divê ku ez tiştekî binivîsinim. Bi zorê me nivîs guherand. Ceribandineke kurdî bû û ji ber ku bi rojevê ve girêdayî bû hema dikarim bibêjim lîstikeke polîtîk û li ser esasên ajit-propê hatibû çêkirin. Me li Amedê jî lîst lê ne wekî Batmanê bû. Em bi wê lîstikê re tevlî festivala Amedê bûn. Kesên ku festîval hazir kiribûn nehiştin ku em li kolanan bilîzin. Forma me ji bo kûçeyan ji bo kolanan hatibû avakirin lê di festîvalê de li ser sehneyan, li hewşan hat lîstin.
Şanoya Şaredariyê ya Amedê çend sal pêşbirka şanonamayan li dar xist. Ji bo şanoya kurdî bi rastî jî gavekî pir mezin bû lê ew lîstikên ku di pêşbirkê de yên ku xelat girtin, di çend herêman de hat lîstin? Yan jî Şanoya Şaredariyê çend hep ji wan lîstikan lîst? Ez dizanim çend heb hatin lîstin. Di wî warî de kêmasîyên wan hebûn, ji bilî wê jî herî dawî “Mem û Zîn”ek çêkirin, lê li gorî min divê di destpêkê da bihata çêkirin ne ku 13-14 salan paşê…
Ji xeynî wan koferansan şanoya kurdî hat çêkirin û di dawiyê de weke encam gotin ku, formeke şanoya kurdî nîn e… Encam ev e… Ewqas bidestxistin heye û ewqas lêkolîn heye lê encam dibêje ku “NÎN E”…

Ew kesên ku îro dibêjin, “formên şanoya kurdî nîn e” û yên ku dibêjin “fetişîzma dengbêjîyê” çêbûye mixabin ew kes nikarin şanoya kurdî bi pêşve bibin. Carinan em jî dikevin nav wan şaşîtîyan lê em nabêjin em ji herkesî baştir in û xebata me ji derdorê baştir e, helbet kêmasiyên me jî hene û tiştên ku ji destên me jî nayên hene, lê qet nebe em xwedî derdikevin. Tiştê ku em dizanin jixwe em dibêjin, lê tiştê ku em nizanin ji bo hinbûna wî tiştî em li wan digerin. Û daxwaza me ev e ku, wê bikaranîna “nîn e” di nav hîşmendiya şanoya kurdî de winda bikin ku ew formên ku hene me bi pêşve bibin. Divê em hemû bibin yek û bi hev re bixebitin.
Piştî Batmanê dîsa vegerîyam Amedê, Savaş jixwe li vir bû û xebatên xwe didomand lê dixwest ku cihê mezintir ava bike. Erdê me li gund hebû û nêzikî 500 salan in, li ber destê malbata me bû. Û me got em ê wî erdî bifiroşin û cihê ku em ê karibin xwe baş îfade bikin çêkin û wî erdî jî dîsa bizivirînin gel. Jixwe ew erd gel bû û dîsa gihîşt destê gel. Em wisa difikirin yanî. Me erd firot, xanî kirê kir û ji nû ve bi mîmariyeke nûjen me ji nû ve çêkir.
Ji sala 2000î vir de hişmendîya me li ser şanoya kurdî ye lê piştî 2005an em bi formîk nêzikî şanoya kurdî dibin. Zêdetir li ser dramatûrjiya wê û li ser teoriya wê xebatan çêdikin. Tiştê ku me di şanoya cihanê de didît me ew tişt ji bo şanoya kurdî şîrove dikir û hê jî ew xebatên me berdewam in.
Du armancên me yên sereke hene: Em ê çanda xwe biparêzin…
Ya duyem jî: Ji bo ku temaşevanên peşerojê bê avakirin, hem astengdar hem zarok divê karibin xwe bigihîjînin hunerê.

Em bi gelempêrî diçin gundan û em dixwazin ku, zarokên ku heta niha di jiyana xwe da şano temaşe nekirine em xwe bigihînin wan zarokan. Me ji bo “Kültür İçin Alan”ê projeyek li dar xist, ji bo lîstika zarokan bû. Di wê projeyê de me xwe gihand nêzikî çar hezar zarokên li gundan. Hem me ji wan re lîstik lîst hem jî atolye pêk anîn. Lê bi gelempêrî me xwe gihandiye 8.000 zarokan… Ew hejmar ji vekirina Mordemê bigirin heta niha ye.
Em di vê laboratuarê de forman di hundirê lîstikan de bi kar tînin û diceribînin. Xebatên me li ser vê pirsê dimeşin: Em ê çawa wan tiştan estetîze bikin? Gava em dibêjin estetîzekirin divê ku ew form bi awayekî, bi formeke nûjen ve bên girêdan û li ser sehnê bên nîşandan, lê hin tişt hene divê rasterast bên bikaranîn. Heke hûn festivala me bişopinîn hûn ê bibînin ku dengbêjek bê û rasterast li ser dîwana xwe rûnê û dest bi çîroka xwe bike. Ji ber ku ev form jixwe hazir e. Dê festival tenê di sehneya Mordemê de neyê çikirin. Li gundan, li nav bajêr, li qonaxan… Her wiha cûreyên din jî tê de cî bigire, çîrokên ku bi laş tên gotin, çîrokên ku bi dansê tên gotîn… Dê her yek ji wan di festivalê de cî bigire.
Hem ji aliyê teorik ve hem jî ji aliyê ceribandinên sehneyî ve xebatên me bidomin. Rîtûelên me… Wek ku me got, Şêrebûk. Dê şahiyên me yên ritûelîstik ji nû ve bên lidarxistin. Mixabin ritûelên me jî guherîne. Em dibînin ku di serê salê de çanda danûstendinê hatiye avakirin lê di çanda me de û di ritûelên me de tiştên wisa tune ne. Rîtuelên me li ser parvekirinê û bi hêza, bi hev ra dimeşe. Em dixwazin ku ew rîtuelên me di demên xwe da û di dîroka xwe da mîna Newrozê dîsa bên avakirin.
Berîya Newrozê çi hebû: “Qera Çarşema Zîpka”… Sê çarşem in. Çîroka wî jî ev e: Di çarşema yekem de rêçûn dest pê dike. Dayika Xweza dest bi rêçûnê dike du canî ye, li ber zayînê ye. Di çarşema diduyan de gundî bi alavan û bi tiştan deng derdixin ku rihên nebaş ji wan dûr bikevin. Di çarşema sêyemîn de jî gul vedibe û şahiyeke mezin tê lidarxistin. Çerşema sêyemîn berîya roja Newrozê ye. Di hundirê şahîyan de jin xwe bi xwe lîstikan dilîzin. Zarok xwe bi xwe lîstikan dilîzin. Her çiqas Newroz bi Kawayê Hesinkar bê pîrozkirin jî di esasê xwe da Kawayê Hesinkar tune ye. Di dewleta Medê da navê xwediyê eşîran Kawa ye. Ew eşîrên gava ku herêma xwe azad dikin ji bo nîşandayînê agir pêdixin, ew jî ji vir tê. Ji ber ku dem nêzî biharê ye şahîya wê jî bi newrozê ve hatiye girêdan, paşê jî ev tişt bûye lehengekî mîtolojîk: Kawayê Hesinkar. Di çîrokên kevnare û çîrokên nûjen de jî bingeha wan tiştan ji mîtolojîyê tên. Divê mîrov wisa tevbigere û wisa nîqaş bike. Di nav berhemkirinên me de ev tiştên ku ez qal dikim jî hene.
Şêrebûk heye, bi navên din: Kosegelî, Bûka Baranê, Şêlebûk, Zarfend… Di nav gundan de ciwan kom dibin û Şêrebûkê li dar dixin. Di destê wan de çira şêrebûkê heye û pêve zengil mengil girêdidin û mal bi mal digerin. Ev tişt çiqas zeîf be jî formeke şanoyî ye. Ev şêrebûk carinan diaxive; biçin derîyê kî/ê, dilê malîyan xweş dikin û ji wan tiştan dîstinin û tînin qada gund. Tiştên ku ber kirine di qada gund de bi seromineyekê belav dikin.
Şanoyê ji ku dest pê kir? Ka em lê biniêrin: Gava gel tevlî wê seromineyê dibe, em dibînin ku tevger heye, teqlîd heye û berî her tiştî tevlîbûna temaşevanan heye… Ev têkiliya mîrovan û xwezayê ye. Grotowskî jî di vê hêlê de pir hatiye rexnekirin. Ji ber ku pir rîtuelîstik e. Li gorî min Grotowskî nehatiye fahmkirin. Lêgerîna Grotowskî tiştekî din e. Grotowskî dibêje ku: ‘ Stranên herêmî peywireke asansorî ya hoveber dibînin ji bo ku karibin xwe berî bedena xweajoyî bidin.(Yerel şarkılar içgüdüsel bedene inmek için ilkel bir asansör görevi görür.)’’ Ji bo kifşkirinê dibêje. Ev asansör ji bo me jî guhdarkirina dengbêjan e.
Em bi wan çi dikin an em îro wan çawa bi kar tînin? Ji bo dramaya zarokan em bi kar tînin. Tiştên ku îro min ji we re qal kirin cihê wan hene ku em yeko yeko bi kar bînin û tînin jî. Îro “Mordem” jixwe li ser wan tiştan hatiye avakirin. Dibe ku di salê de du lîstik sê lîstik dernexe, lê Mordem xwe weke laboratuara şanoya kurdî dihesibîne û karên xwe her tim bi vî avayî didomîne. Herî dawî dibe ku em negihêjên encaman lê ev rê ji bo me ji hemû tiştan girîngtir e.
Wekî Mordem gava em lîstikek bilîzin ji bilî wan forman em tiştek nafikirin. Em wan forman di nav lîstikên xwe da perçe perçe bi kar tînin. Wekî xwedîderketinek em li wan tiştan dinêrin mîna “sûs”ê em bi kar nayînin. Ew rojên rîtuelan ku bên, em bibêjin serê salê, em ê wan rîtûelan bi awayekî resen bi kar bînin. Em ê cil û bergan li xwe bikin û em ê kolan bi kolan performansan bi kar bînin. Lê îrô ez ê di hundirê lîstikên xwe da Gurê Manco, Pîrebokê bi kar bînim. Di çanda min de ev tişt heye û ez ê heta hetayê jî bi kar bînim. Ev tiştekî xwezayî ye. Gava ez Sheakspeare jî bilîzim, divê ku ez wan forman û tiştên ritûelîstik têxim nava lîstikê ku temaşevanên me ji wan tiştan bibînin û li lîstikê xwedî derkevin. Ev teknîkeke wisa ye. Ji xeynî wê lîstikên ku me di zaroktiya xwe da dilîstin, em ê bi awayekî di dramaya zarokan de bi kar bînin bêtir di diramaya kurdî de. Di wê erdînagirêyê de divê ku drama wisa bê çêkirin û bingeha xwe ji vir bistîne ku zarok xwe aydê wê dramayê bikin. Ji xeynî wan li cem min çîrokên ku nehatine weşandin jî hene. Ji wan 13 çîrokên ku yên dîrej in û 7 çîrok jî yên kurt hene.
Beşa me ya sereke di Mordemê de şanoya kurdî ye. Em li ser dengbêjî, qewlbêjî û çîrokbêjîyê disekinin û mîna formekê li wan dinêrin.
Dengbêjî, Qewlbêjî û Çîrokbêjî… Dengbêjî, yanî tiştên ku bi stranan tên gotin. Ji binî heta dawî bi strankî ji te re çîrokek vedibêje. Qewlbêj: Hem stranan dibêje hem jî tiştan qal dike. Meselokan(çîrokan) mîna çîrokbêjekî qal dike lê gava diyalogek çêbibe yan tiştêkî din ji bo çîrokê hewce bibîne diavêje yekî. Ev form di dinyayê de jî heye. Operet… Di operayê de orkestrazyonek heye lê di vir de orkestra; deng e, laş e… Ya sisêyan jî çîrokbêjî ye. Rasterast çîrokê vedibêje.

Di çîrokên me de formên dramatik jî berbiçav in. Tiştên ku min îro li cem xwe kom kirine yek ji wan “Siyabend û Xecê” ye ku em hemû wê çîrokê dizanin. Esil navê wê çîrokê ne “Siyabend û Xecê” ye. “Siyabendê Silîvî” ye. Çar epîzotê wê hene. Di epîzota yekemîn de em zarokatîya Siyabendî dibînin. Di ya duyemîn de kifşkirina felekê û li dû çûna felekê ye… Ya sêyemîn de evînek heye behsa evînê dike: Gulbahar… Ya çaremîn de jî dîsa evînek heye. Di çîrokê de em dibînin ku hêrs heye jixwe ev hêrs jî di dawiya dawî de ji destê heywanekî kovî wî dide kuştin. Lê di nav wê de em dibînin tiştê ku di nav çîrokê de weke hêrs derbas dibe, hêrsa me ya hemû mîrovahîyê ye. Em dikarin wisa tehlîl bikin. Di nav wê çîrokê de sehneyek heye: Siyabend, li ser hespê, kesekê dibîne û hemû cil û bergên wê reş in, tenê çavên wê tên xuyakirin. Bi wê re sê roj û şevan şer dike. Roja sêyemîn de Siyabend pişta wê kesê dide erdê. Xencera xwe derdixe ku wê bikuje lê dibîne ku bi jinikekê re sê roj û şevan şer kiriye. Ew kî ye, “Erep Zengû Keça Mîrê Cîna” ye. Di çîrokan de wîsa tê gotin.
Çîroka “Reşît Paşa Kurê Mîrê Xeyalê” jî wisa ye. Li ser hêrsê hatine avakirin. Gava em lê dinêrin du çîrok jî li ser mêranîyê hatine avakirin û mêranîya wan li ser jinikekê dide şikandin. Mîrov weke metafor jî dikare bi lêv bike.
Dibêjin lîstika yekem li Yewnana Kevnar berîya zayînê 500 sal berê hatiye lîstin lê ji wî 1380 sal berê li Misrê: I Kehr-Nefert, “Abidos Acı Çekme Oyunu” nivîsandiye. Tiştên wisa hene. Bi awayekî formekî dramatik heye.
Dîsa li ser forma dramatik ez ê berdewam bikim. Çîroka “Gozî Kilorî Gozî Sturê”… Gozî Kilorî-Gozî Stur, kurê Rustemê Zal e. Di nav çîrokê de sê heb tragedya derbas dibin. Yek tragedyaya” Gozî Kilorî-Gozî Sturê” ya din “Siyavuşê Kurê Keykavûs Paşa” ye û ya dawî jî tragedyaya “Alper Tunga(Elfisyanî Papî Pîşen)” ye. 7-8 sal berê gava dengbêjekî ew çîrok ji min re got ez di cihê xwe da matmayî mam. Min gava lêkolîn kir di hela dîrokê da min dît ku Siyavuş, kurê Keykavûs Paşa ye.
Di pirtûka Kaşgarli Mahmût da dibêje “Afrasîyab” di beşa Sakayî de em dibînin ku Îranîyan ji Alper Tunga re gotine “Afrasîyab”. Li gorî zimanê Îranê: Afrasîyab tê wê wateye ku, yê ku bi tundî dikuje û tu tiştî li erdê nahêle. Ji wir 2700 sal berê tiştek diqewime û ew dengbêj wê çîrokê ji me re qal dike. Piştî wê bûyerê 1700 sal berê Fîrdevsî hatiye nivîsin. Di Şehnameya Fîrdevsî da jî çîroka “Siyavuşê Kurê Keykavûs Paşa”yê tê gotin. Bavê Keyhusrev e. Yek ji çavê Tûranî, yek ji çavê Îranîyan nêzikî çîrokê bûne. Çîroka me jî aliyê kurdan mêze dike. Dengbêjê me wisa dibêje, Kalikê Keyhusrev, Alper Tunga ye, bavê wî jî Siyavûşê Kurê Keykavûs Paşa ye. Keyhûsrev ji aliyê diya xwe ve Tûranî ye. Diya wî Gulşena keça Alper Tunga ye. Tiştê ku di wan çîrokan de me bi dest xistiye ev tişt in.
Di tragedyaya Kreonê -ji ber ku di tragedyayê de lehengê trajîk Kreon e em wisa bi nav dikin- de Kreon, Tiresias ji hizûra xwe diqewirîne. Sedem çi ye: Ji ber ku Tiresias jê re dibêje ku tu yê bibî sedema kurê xwe û xwarzîyê xwe. Ew jî dibêje, ez ê çawa bibim sedemê wan ez qral im û ji huzira xwe wî/ê diqewirîne.
Di çîroka “Gozî Kilorî-Gozî Stur”ê de xela radibe û dixwazin xwe ji xelayê xelas bikin berê xwe dizivirînin çiyayê Seyrangê. Siyavûş dûrebîna xwe li mal ji ber dike û vedigere malê dibîne ku jina Gozî Klorî li malê ye û îşê xerabiyê bi wî dike. Navê wê Gewerşîn e. Leşkerên Gozî Klorî-Gozî Sturê li ser gotina Gewerşînê wî zeft dikin. Jina Gozî Kilorî bêbextiyan li Siyavûşê dike. Gozî Klorî biryara kuştina Siyavûşê digire lê meclîsa Gozî Klorî destûrê nade. Meclîs li hev dicivin. (Ji hêla civaknasîyê, sosyalojîyê ve ev tişt pir girîng in.)-Meclîs jî ji hêla bijîşkan pêk tê, çil bijîşk tên cem hev û meclîsekê ava dikin.- Meclîs dibêje ku heke tu Siyavûşê bikujî wê birakujî dest pê bike. Lê Gozî Kilorî bi gotina meclîsa xwe nake û wî teslîmî leşkerên xwe dike û biryara kuştinê dide. Meclîs dîsa dicive û dibêjin, wî bibin serÊ çiyayekî û cilê wî derxin û heywanekî bikujin û cilên Siyavûşê bi xwîna heywanan bişon û werin vir. Dev ji Sivayûşê berdin hema bila diçe ku biçe. Xetaya trajedîya Gozî Klorî ev e. Ji ber ku bi gotina meclîsa xwe nake. Siyavûş derbasî bajarê Kengîyê dibe. Ew bajar jî bajarê Turanîyan e. Paytexta wan e. Alper Tunga jî li wê ye. Li wî bajarî mîna çaygerekî tevdigere. Lê berîya wê, meclîsa Alper Tûngayî dixwaze wî bikuje lê pişt re destûr didin ku mîna çaygerekî tevbigere lê dîsa jî dibêjin, heke tu li vir bimînî tu nikarî bi jinikeke Turanî re bizewicî. Siyavûş jî soza wî tiştî dide. Çîroka Alper Tungayî ji vir dest pê dike. Meclîsa Alper Tungayî ji 33 kesan pêk tê. Dem diçe meclis ji bo zewaca qîza Alper Tungayî kom dibe û dibêjin, wexta qîza te ya zewacê hatiye divê ku tu wê bizewicinî. Di çanda wan de tiştekî wisa heye. Keçik li ber pacê disekine û sêvekê didin destê wê. Bangewaziya gel dikin û dibêjin nizanim qiza kê lê pacêya wê malê ye û li benda qismetê xwe ye. Û ciwanên ku dixwazin bizewicin li binê pacê kom dibin. Di çandê de heke sêv li serê kê bikeve bi wî re dizewice. Çaygerê me jî tê. Di çîrokê de wiha diqewime. Gulşen qîza Alper Tunga ye, Siyavûşî dibîne bi zanebûn sêvê diavêje serê Siyavûşî. Sêv li serê Çaygerê me dikeve lê qebûl nakin dibêjin, ev çayger e û berî her tiştî îranî ye. Du sê carên din jî diceribînin her tim sêv li serê Siyavûşî dikeve. Ba Pîranê dikin Pîranê jî remildarê Alper Tunga ye. Em dikarin weke Tiresias bi nav bikin. Pîranê ji Alper Tungayî re dibêje: Rast e çand e, lê heke tu wan bizewicînî tu yê rojekê serê Siyavûşê jêbikî û bajarê te wê bibe cihê tevla hespên mala Zalê. Alper Tunga, remildar ji huzira xwe diqewirîne û bi gotina wê nake. Dûre naxwaze çandê tune bike û wan dizewicîne. Di vir de em du xetayên trajîk dibînin. Ya Alper Tungayî û zewaca Siyavûşî ji ber ku her du jî soza xwe dixin. Du kurên Siyavûş û Gulşenê çêdibin. Herî dawî meclîsa ku Alper Tungayî lêdinêre Siyavûş di demeke nêz de dê bibe qralê Turanîyan. Meclîs bi awayekî Alper Tunga îqna dike û Alper Tunga biryara kuştina Siyavûşê dide û herî dawî jî serê Siyavûşê jêdikin. Siyavûş ji jina xwe re dibêje: Gava serê min jêkin, xwina min têxe nava misînekî û veşêre. Û her du kurê min jî bide Gêvo. Gêvo kî ye? Gêvoyê kurê “Goderzê Pîr” yanî pismamê Siyavûş e… Kînga wê xwînê kef da wê çaxê her du kurê min şerê nav mala Zalê û Tûranîyan xelas bike.
Gozî Kilorî di xewa xwe da wan tiştan dibîne û meclîsa xwe top dike. Di meclîsê de Gêvo jî heye lê Gêvo gava wan gotinan dibihîze li benda meclîsê û li benda Gozî Kilorî nasekine û rasterast Turanîyan dike.
Diçe zarokên Siyavûşî ji destê wan xilas dike. Gava Gêvo tê û bajar wiha tevlihev dike, Alper Tunga gazî Piranê dike. Mîna Kreon û Tiresiasê… Dibêje ez ketime bextê te min jê xelas bike. Piranê dibêje encax tu li ser pira Şahderûdê biçî û bi Gozî Kilorî re şer bikî encax tu wê çaxê dikarî mêraniya xwe xilas bikî. Bajar jixwe çû…
Di çîroka Firdevsî de jî heman tişt heye lê di çîrokê de zarokek tenê heye. Gava wî zarokî xelas dikin û tînin Îranê, pişt re ew zarok dibe padişahê Îranê navê wî zarokî jî Keyhusrev e. Ev tiştên dîrokê û mitolojik in.
Em dibînin ku sê xetayên trajîk hene di tragedyayê de: Gozî Kilorî, Siyavûş nas dikir û dizanibû ku jina wî bêbextî dixe stuyê Siyavûşî lê nikaribû biryareke din bida. Di çîrokê de jî wiha derbas dibe. Biryara Alper Tungayî ew zewac bû. Ya sisêyan jî zewaca Siyavûşî ye.
Ji hêla civaknasî, dîrok û dramatûrjiyê ve gava em van tiştan binirxînin mîrov dikare li ser metneke şanoyî bisekine. 2700 sal berê li vê erdnigariyê ji hêla dengbêjan ve ji hêla çîrokbêjan ve weke formên tragedyayê gelek tişt hatine qal kirin. Em formên tragdyayê tê de dibînin, lê em wiha nabêjin, tragedyaya me ya kurdan nizanim ji ya kê kevntir û xûrtir e. Dîrok vî tiştî nişanî me dide jixwe lê dîsa jî em niha nikarin bibêjin ku ev form bi zanebûn di çîrokan de yan bi awayekî nivîski hatiye qal kirin. Fîrdevsî di sala 1010an de, Kaşgarlı Mahmut di sala 1100an de hatiye nivîsin… Fîrdevsî ev çîrok jixwe ji dengbêjan ji çîrokbêjan guhdar kiriye. Weke ku Ehmedê Xanî ji vir 400 sal berê ji dengbêjekî -ku di esera xwe ya di Mem û Zînê de jî dibêje- çîroka Memê Alan guhdar dike li gor derfetên, şert û mercên wê demê daxwaza wê demê formeke nû derdixe.
Îro ya ku min wek formekî qal kir tiştên dîrokî ne. Dengbêjî ji serpêhatiyan pêk tê. Ew serpêhatî jî tiştên wisa ne.

Îsal em ê wek Mordem festîvala duyemîn ya Soloyê Navnetewî çêkin. Di festivala yekem de, xebatên ku bi kesekî re hatibûn çêkirin di nav festivala me de cî girt. Ji ber vê yekê me go “solo”… Mînak di festivalê de qewlbêjekî ji me re dastana “Memê Alan” vegot. Bi çîrok û bi stranê… Ji hêla şanoyî ve hemû tişt mîna kok li hemberî me ne. Ez bi salan in dibêjim, çîrokbêjî, qewlbêjî, dengbêjî, ji hêla dramatûrjiya kurdî ve divê ku baş bê seh kirin. Tiştê ku em tomar dikin di pêşerojê de em ê ya bi awayekî mîna tezekê hazir bikin yan jî mîna pirtûkekê çap bikin. Em ê tiştan biceribînin… Dengbejî bi tena serê xwe tiştekî din e. Bingeha wê pir kur e.
Em wek Mordem nabêjin em tenê Şanoya Kurdî dikin, jixwe em vî tiştî dikin ji xeynî wan em ê wergeran jî bînin. Temaşevanên me bi kurdî Sheakspeare jî temaşe bikin. Carinan ji bo ku em xwe bigihînin zarokan em mecbûr dimînin ku lîstikên zarokan bi tirkî jî çêdikin. Ev beşekî li cem me ye. Divê ku haya me ji cihanê jî hebe û haya temaşavenên me jî ji cihanê hebe.
Sala 2021an di meha Cotmehê de em difikirin ku festivala duyemîn jî çêkin. Wekî din me li vir li ser “Melayê Cizirî” lîstikek derxist. Weke projeyek ez dikarim vîya bibêjim ku dê sala 2022an de li Amedê festivaleke navneteweyî li ser “Feqiyê Teyran” were çêkirin. Dê ev festîvala navneteweyî ji aliyê şeş saziyan ve bê lidarxistin. Di festivala me ya Soloyê de em ê sê lîstikên zarokan ji derva bînin û di nav bajaran de nelîzin. Em ê gund peyde bikin û li qada gundan bê lîstin. Em jî li wan gundan mezin bûn û em jî ji gelek tiştan bêpar man bila ew zarok bêpar nemînin. Ji xeynî wan em ê kesên ku li ser dengbêjiyê û çîrokbejiyê dixebitin em ê îsal dawet bikin. Mîna: Duygu Çelik û Zerrin Yanıkkaya. Zerrin Yanıkkaya, dê di panelê de çîrokbêjiya hemû gelan ji me re qal bike, Duygu Çelîk jî ji ber ku teza wê li ser şanoya kurdî ye ew ê “Qalkirina kesekî/ê di civata me de çawa ye” li ser wê bisekine. Şule Ateş jî were û atolyeyekê pêk bîne. Dîsa li ser çîrokbêjîyê be, lê bi teknikên nûjen.
Weke gotina dawî jî em li ser şanoya kurdî dibêjin ku Mordem weke laboraturekê cihê xebatê ye. Mordem ji bo formên şanoya kurdî hatiye avakirin. Di bingeha xwe da tenê şano tune ye, hemû beşên hunerê di xwe dihewîne.
