Charlie Chaplînî heta niha ‘Tenê Ez’

21 Mayıs 2019 Salı – Recep îçen

Charlie Chaplînî heta niha ‘Tenê Ez’

            7’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê di navbera 26’ê Avrêl û 5’ê Gulanê pêk hat. Bi diruşma “Heqîqet Azad Dike” festîvala şanoyê diyarî şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya hat kirin. Ji ber karê xwe min hemû bername neşopand, lê heta ji min hat li Amedê mam, pişt re vegerîyam Bedlîsê. Bi ekonomî-polîtîkê em bibêjin: Debar berî hunerê ye mixabin. Festîvalê îsal bi eleqayek mezin dest pê kir. Ez jî di vê geremola kar û barên xwe, derbasî nav qelebalixa temaşevanên kurdî bûm. Ewil min li lîstika “Tene Ez” temaşe kir. Di nav vê tunebûnê de min ew mereq dikir, yek jê “Tenê Ez” û a din jî “Zargotin Zêrgotin e” bû. Festîval, piştî merasimê bi lîstika “Tenê Ez” ya Teatra Jiyana Nû dest pê kir. Lîstik, adaptasyona filmê Charlie Chaplînî yê bi navê “Diktatorê Mezin” e. Fîlm keneweriyek reş e û  her çiqas di sala 1940’î de hatibe kişandin jî mijar hê aktuel e. Charlie Chaplîn berî ku Şerê Cihanê yê Duyemîn dest pê bike ev fîlm kişandiye û bi fîlmê xwe den dane bêdengiya cihanê. Fîlm, di welatê Tomaniayê de derbas dibe. Karakterê sereke Adenoid Heynkel û Berberek Cihû ye. Her du karakter dişibin hev. Berberê Cihû ji bo welatê Tomaniayê şer dike û di şer de balafirê wî xera dibe. Berber ji xwe re jiyana Efser (Schultz) jî xelas dike lê pişt re Berber aqil berdide û demek dirêj di nexweşxaneyê de dimîne. Di vê navboriyê de Adenoid Heynkel dibe Serokwezirê Tomaniayê û li hemberî cihûyan şerê navxweyî derdixe. Berber ji nexweşxanê direve û tê kolana xwe ya berê. Mîna ku sal û zeman neguherîbe dixwaze jiyana xwe ya berê berdewam bike. Berber hay ji guherînên siyasî nîn e. Gava dibîne ku dikana wî ji aliyê leşkeran ve hatiye îşaretkirin, dixwaze li dijî wan derkeve. Tam di vê gavê de Schultz tê wir û Berber nas dike û wî ji destê leşkeran xelas dike. Pişt re Berber, jinikeke (Hannah) nas dike û bi xêra wê rastiyê hîn dibe û pişt re jî ji hev hez dikin helbet. Adenoid Heynkel dixwaze ku welatê Avûstûryayê fetih bike, di wan deman de Serokwezîrê Îtalyayê (Bacteria) jî diwaze ku welatê Avûstûryayê fetih bike. Shultz li hemberî polîtîkayên Heynkelê disekine û ji ber vê yekê tê binçavkirin û pişt re jî Berber tê binçavkirin. Hannah û kesên din jî koç dikin ji welatê Tomaniayê û diçin Avûstûryayê. Heynkel berî Serokwezîrê Îtalyayê tevdigere û dest bi seferê Avûstûryayê dike. Berber û Schultz jî ji wargeha civandinê direvin û tên sînorê Avûstûryayê û li wir rastî leşkerên Tomaniayê tên. Leşkerên Tomaniayê dibêjin ku Shultz hatiye berdan û Berber jî dixin şûna Adenoid Heynkelê. Berber, bi Shultz û leşkerên Tomaniayê ve Avûstûryayê fetih dike û di axaftina xwe de ji bo hemû cihanê aştî dixwaze. Ji vê çîrokê em vegerin adaptasyona şanoyê, dîsa heman bingeh e. Çîrok ji aliyê Tiyatra Jiyana Nû ve li şanoyê hatiye adaptekirin. Tomania di lîstikê de dibe Turmanya û Avûstûrya jî dibe Ofrenya. Adenoîd Heynkel dibe Dîko. Schutz dibe Şûrtuj. Hannah jî dibe Hîva. Di lîstikê de Mehmet Musaoğlu, di rola “Dîko” û “Berber” de; Rûgeş Kirici, di rola “Hîva” û “Fermandara Sixuran” de dilîze. Omer Şahin, di rola “Gurê Harîng”, “Leşker”, “Kartolfiroş” û wekî “Çirokbêj” de rol digire. Cihad Ekinci, di rola “Xezebîş”, “Şûrtûj” û di “Leşker” de. Baran Yilmaz jî di rola “Milko” û “Leşker” de dilîze. Teksta fîlmê Charlie Chaplîn ji aliyê Cihad Ekincî ve hatiye derxistin. Pişt re bi komxebata rejî û adaptasyona Rûgeş Kirici, Omer Şahin û Cihad Ekincî re hatiye amadekirin. Tevgera sehneyê ji aliyê Mehmet Selin Sagdiç, dekor û anîmasyon Xebat Bayram, teknîk jî Ronî Ekinci û Xebat Bayram e. Lîstik, bi perdeyekê ye û 80 xulekan berdewam dike. Metnên adaptasyonê bi her awahî bi rîsk in. Ji ber ku şanoyê wê tiştekî bi nas re derdikeve hemberî temaşevan. Ji ber vê yekê jî mecbûr e ku mirov serê xwe bi “çimayên wê” re biêşînê. Ev sedem û encam bi çi ve tê girêdan? Îtîraza şanoyê li ser çi hatiye kirin an kîjan aliyê metnê ji nû ve hatiye sazkirin… Bi gotineke din, derdê lîstikê li ser çi hatiye avakirin an guhertin? Berî ku biçim lîstikê, wekî şanogerekî di hişê min de pirsên wiha hebûn. Di destpêka lîstikê de sehne bi sînevîzyonê ronî dibe. Ser sehneyê vala ye, di dawiya sehneyê de bo anîmasyonên tevger (3d mapping) re du perde tenê hene. Di ber dîmenên reş û spî dengê tifingan, teyareyan tê…  Yeko yek leşker tên li ser sehnê, di rûye wan de makyajek spî û di destê wan de mîna ku sîlah hene tev digerin. Dest bi pandomîma şer dikin. Di dawiya sahneyê anîmasyonan de, lîstikvan derbasî nav “kesên lîstikê” dibin. Yanî Tiyatra Jiyana Nû, hemû disîplînên hunerê di sahneya pêşî de bû. Di destpêkê de têkiliya temaşevan bi lîstikê re xweş hatiye amadekirin. Tempoya lîstikê ji destpêkê heta dawî xweş herikî. Derdê lîstikê her ku diçû eşkere bûbû û çîrok bi peyamên xwe ve hatibû girêdan. Lîstikvanên Tiyatra Jiyana Nû bi vê şanoyê, komxebata rêjî û dramtûrjiyê li gora daxwazên xwe bi cî anîne. Bikaranîna şêwe û hunerên sehneyî, di navbera sînema û sehneya şanoyê de encameke serkeftî derxistine. Sehneyên nû çêkirine, afirandine, xebitîne, ceribandine, jêbirine. Kesên lîstikê têra xwe kirine grotesk. Bi xêra vê groteskbûyînê, absurdî rewşa giştî, bi ken re li hev kiribû. Di “sahneya wergêr” de,  wergerî kenê lîstikê bilind dikiribû. “Dîko” bi qareqar tiştin digot lê wergera wî tiştekî din digot. Di “sehneyên pêşkeşvan” de sînevîzyon lêhatibû, teknîkên sînêmayê hatibû bikaranîn. Ev tişt ji bo lîstikvanan jî wekî navbera bêhnberdanê bû. Hemû disîplînên hunerê bi awayekî lihevhatî li ser sehneya şanoyê di lîstika “Tenê Ez” de cihê xwe girtiye. Di guhertina karakter û sahneyan de şewqe û kursî bi awayekî mînîmal dekor temam dikir. Ji xeynî van sahneyan favorî sahneya min “Orgazma Dîko” bû. Wezîrên Dîko, qala xwînê, şer, kuştin û talanê dikirin. Pesnê Dîko didan, Dîko jî ji ser xwe diçû û bi awayekî orgazm dibû. Ji destê Tiyatra Jiyana Nû ve komedî û hêmanên grotesk armanca lîstikê berbiçav kirin. Dora kêmasiyan hatibe, wekî dramatûrgekî dikarim van xalan destnîşan bikim: Di sahneya şibandina Dîko û Berber de, tenê di destpêka lîstikê de bi dengê dervê ve ji temaşevan re tê gotin. Heta vir pirsgirêkek tune ye (Ji xwe her du karakter jî ji aliyê Mehmet Musaoglu ve tê lîstin. Di guherîna van rolan de jî gelekî pir serkeftî ye. Di lîstika “Hebûn An Nebûn” de nîşan dabû, di “Tenê Ez” de bû rola sereke.) Heta dawiya lîstikê jî, kesî qala şibandina wan nekir û di dawiya lîstikê de bi carekê re ev şibandin mezin dibe. Dibe ku ev pirsgirêk bê çareser kirin. Xwezî Tiyatra Jiyana Nû piçekî din serê xwe bi navê karekteran biêşanda. Bi navên wan ku wekî pênaseyên wan be, ji bo komediyê hatiye bikaranîn. Xwezî ji bo hemûyan ne wiha bûya. “Tenê Ez” bi peyamekî xurt derdikeve hemberî temaşevanan û dibêje hemû dîktator wekî hev in, çavnebar in, xwînhez in, zordest in. Her çiqas li ser sehnê komediyek hebe jî, di dawiya gotinan da şer, kuştin, talankirin, koçkirin, faşîzm, zordestî, çavnebariya desthilatdaran radixîne ser sehneyê. Wekî pêşniyazekê, piştî şanoyê bi şanoger û temaşevanên eleqeder re hevdîtinên rexneyî çêbibûya, ji bo geşedana şanoya kurdî dikare zemîneke çalak ava bike.

https://arjenali.blogspot.com/2019/05/charlie-chaplini-heta-niha-tene-ez.html?m=1

Total
0
Shares
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Article

Çîroka şanogerekî pênaber: Aram Taştekîn

Next Article

Şanoyek û Serpêhatiyek: Umît Aktaş

Related Posts