Bi Kurdî “Şanoya Zarokan” Heye?

Çetoyê Zêdo

Hebûn an jî nebûna neteweyekî, êdî ne di sînorê hejmara demografîyê de ye. Ziman û zarok, siberoja wî neteweyî diyar dikin. Loma hemû hewldanên kurdî divê bi zarokan re girêdayî bin. Kurdî sal bi sal ji jiyana mezin û zarokan kêm dibe lê hîn jî bi mîlyonan kurd hene ku dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Dema em ji vir bala xwe bidin Şanoya Zarokan a bi kurdî, em ê pêrgî hebûnekê bên an na?

Ger temaşevanek bîr bibe û bixwaze bi zarokên xwe re biçe li şanoyekê temaşe bike, tenê wê pêrgî sê lîstikên bi kurdî bê. Ev her sê lîstik jî li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li du sehneyan hene. Li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikên bi navê “Sê Ezezok” û “Masîreşka Biçûk” û li Şa Performansê lîstika “Mîrzayê Biçûk”… Ku ev sê lîstik ji bo hebûna “Şanoya Zarokan” têr bike, belê heye!  

Ji bo têgihiştina mijarê em dikarin bi van pirsan dest bi nirxandina şanoya zarokan bikin: Ji bo me zarok kî ne? Di civakê de cihê zarokan li ku ye? Çawa fêr dibin? Xwe çawa îfade dikin? Çawa li jiyanê dinerin? Lîstik ji bo wan çi ye? Çima her tim dilîzin? Şano ji bo kê ye? Di şanoyê de zarok li ku ne?… Tevî van pirsan “bi kurdî” şanoya zarokan çi ye?

Li gora her “mezinî” bersivên cihêreng wê hebin helbet lê ez ê hewl bidim vê mijarê di çarçoveya “zarok, ziman û lîstikê” de binirxînim. Weke dramatûrg û mamosteyekî, daxwaza min ew e ku çavderiyên xwe bi xemxwirên zarokan re parve bikim.

Di şanoya zarokan de divê ewil mirov ferqa du têgehên bingehîn bike: Şanoya bi zarokan re û şanoya ji bo zarokan ku ev jî bi destê mezinan pêk tê. Di vê nivîsê de ez ê bêtir li ser Şanoya ji bo zarokan bisekinim. Dîtin û tecrubeyên xwe bi “divê”yan re binirxînim.  

Lîstik di jiyana zarokan de tiştê herî bi qîmet e. Zarok bi lîstinê dikevin nava têkilîyên civakê, xwe bi lîstîkê nas dikin û dîsa bi lîstikê hîn dibin. Loma dikarin heman lîstikê her tim bilîzin. Zarok bi lîstikê li jiyanê dinerin. Ji bo wan lîstik her tişt e û têra xwe karekî cidî ye. Zarok dema dilîzin bi hemû xwestek û hebûna xwe beşdar dibin.

Zarok di bin hukmê dîtin û jiyana mezinan de dijîn. Loma ger em bixwazin zarok bi “zimanê xwe” mezin bibin û fêrî jiyanê bibin, divê neyê jibîrkirin ku weke model bala wan her tim li ser mezinan e. Ew her tiştên xwe ji mezinan hîn dibin û dîsa bi wan re par vedikin. Hemû çavderiyên jiyana xwe bi rêya mezinan werdigrin.

Mirovên “mezin û bîrbir” divê rê û derfetan ji zarokan re vekin. Ew ji zarokan berpirsyar in loma hemû hunerhezên civaka kurdî mecbûr in li zarokan bifikirin û ji bo wan di nav tevgerekê de bin.

Kesên ku bi şanoya zarokan re eleqedar in, teqez divê taybetiyên geşedana zarokan zanibin. Divê zarokatiya berê û ya niha tevlî hev nekin.  Her çiqas “zarokatî” têgeheke hevpar be jî her zarok xwedî taybetiyeke resen e. Tenê pêdiviya wan bi ceribandinên jiyanê heye. Ji ber vê ye ku zarokatiya her kesî bi rengekî din e. Bi zanîn û pêşketinên pedagojîyê re “zarok” li her serdemê ji berê bêtir ketine rojeva mezinan.

Zarok li her derê zarok in û divê mezin li gora “pêdiviyên wan” nêzî wan bibin. Di şanoyê de jî heman pêdivî hene. Ger “şanoya zarokan” bi kurdî be, pirs zêde dibin. Pêkanîna wê zahmettir dibe û loma giraniya “şanoya zarokan” bi kurdî di navbera “ziman, huner û perwerdeyê” de dîmîne.

Weke çawa hemû kar û xebatên kurdî ji saziyan bêtir bi serperiştîya şexsan pêk tên. Şanoya zarokan jî îro maye di hewldanên şanogerên xemxwir de. Helbet nebûna piştgiriyê karên şanoyî lawaz dike. Di “tenêbûn û tunebûna” rewşa niha de, ger em nikaribin li Bakur mînakên şanoya zarokan bidin, hemû sazî û dezgehên civakê (taybetî yên bi çand û hunerê re têkildar) berpirsyar in. Ger ev barek be, bi xîreta hemû alîgiran ve, wê “ziman” hinekî din bikeve nav jiyan û lîstikên zarokan. Kurdî ku nebe zimanê lîstikê, di siberoja ziman de em ê zarokan bi giştî wenda bikin.    

Gelek hûrguliyên li ser çawabûna şanoya zarokan ya hemdemî xalên hevpar û giştî destnîşan dike. Hemû şano û hunera ji bo zarokan, divê taybetmendiyên geşedan û hîsên wan li ber çavan bigirin. Bo nimûne, zarokên 6 salî li dinyayê çawa dinerin an hêvîyên zarokeke 10 salî ji jiyanê çi ne? Loma her temen û zarokatiya wê ne heman tişt in.   

Zarok, nikarin wekî mezinan tiştekî hilbijêrin. Çi hatibe dayîn hemûyan rasterast distînin û tevlî jiyana xwe dikin. Di vê pêvajoyê de encamên neyînî yê bêveger jî dibe ku derkeve holê. Ji ber vê yekê ku kesên bi şanoya zarokan re mijûl dibin, divê li gorî vê hişmendiyê tev bigerin.

Taybetmendiyeke zarokan a bingehîn jî ew e ku “di wê kêliyê de” afirîner in. Dema ku lîstik tê lîstin, zarok; mereq dikin, dipirsin, lêkolînê dikin, kişf dikin û hîn dibin. Pirs û bertekên zarokan divê bi tu awayî neyên astengkirin.

Dema ku zarok di lîstikê de hûnandina bûyerê fêm dikin, mudaxale dikin. Dikin ku rastiyê derxin holê. Mînak; li ser sehneyê lehengekî “nebaş” dema ku planekê çêdike, zarok ji bo ku lehengê “baş” biparêze û yê “xerab” bixe tengasiyê, dixwazin planê wî aşkere bikin. Ev beşdarbûneke erênî ye û di cî de ye. Divê lîstikvan û mamosteyên wan mudaxaleyî vê tevgera wan nekin. Divê em vê ji bîr nekin ku, şanoya zarokan ne awayê hêsakirî ya şanoya mezinan e. Berevajî vê; qadeke taybet e ku pêwîstiya wê bi eleqe, zanîn û hunerê ve heye. 

Bikaranîna sehneyê ji bo têkiliya temaşevanên zarok û lîstikê girîng e. Sehne di nav zarokan de be an jî li nêzî wan were bikaranîn ji bo temaşekirinê baştir e. Divê lîstik ji wan ne dûr û ne jî li sehneyeke bilindtir be. Ger derfet hebe lîstikvan, zarokan tevlî şanoyê bikin û sahneyê li gora vê têkiliyê saz bikin, wê lîstik baştir be.

Metn ji bo şanoyê ne şertê hebûnê ye. Divê neyê jibîrkirin, ên ku şanoyê diafirînin ne nivîskarê metnê ne; şanoger in. Bi gotineke din derhêner û lîstikvan in. Metna lîstikê were rakirin jî şano wê dîsa hebe. Ku lîstikvan û temaşevan tunebin, her tiştên din temam bin jî şano pêk nayê. Ji bo şanoyê lîstikvan û temaşevan bingeh in. Loma ji bo têkiliya temaşevan û lîstikvanan geştir bibe tiştên din pişt re li şanoyê têne zêdekirin. Ji ber vê yekê metn ji bo şanoyê ne mecbûrî ye. Di armanca şanoya zarokan de ji ragihandina metnê bêtir, bi hûnandina lîstikê ve tevlêkirina zarokan girîng e. Em dikarin bêjin ji bo şanoyê metn tenê rêberek e ji bo destpêkê ye, karê esil performansa lîstikê bi xwe ye.

Bi rêya şanoyê re zarok tevlî civakê dibin, jixwebawer dibin û hînî xweîfadekirinê dibin. Loma beşdariya zarokan bi zanîn û bi hunerê re têkildar e. Ji bo beşdariya wan pêk were şanogerên pispor pêwîst in. Zehmetiya şanoya zarokan ji vir dest pê dike.

Ên ku bi şanoya zarokan re eleqedar dibin, divê bi pedagogan an jî bi psikologan re hevkariyê bikin. Ger ev kesana tev li prova û sehnekirina lîstikê bibin, wê baştir be. Divê ew jî bi zarokan re temaşe bikin û çavderiya tevgerên zarokan bikin.

Ji bo hemû kar û hunerên bo zarokan, ji serî heta binî sebir û hezkirin lazim e. Mezin divê her zarokî takekes bibîne û bi vî awayî nêzî wan bibe. Ev jî kedekê dixwaze. Ger hezkirin tunebe biserketin zehmettir dibe.

Mekanên ku zarok cara pêşî pêrgî şanoyê dibin dibistan in. Di şanoyên dibistanan de kesên herî girîng mamoste ne. Yên ku di dibistanan de vê peywirê hildigrin, pêk tînin û hîn dikin ew in. Li bajarên Tirkîyeyê piraniya wan ji branşa zimanê Tirkî ne. Ger ji vir em bala xwe bidin dibistanên fermî yên li Bakur, girîngiya “şanoya bi zarokan re” dimîne ji mamosteyên zimanê kurdî re. Ew dikarin di perwerdekirina ziman de şanoyê bi kar bînin û dersa kurmancî bi lîstikan rengîntir bikin…   

Dema ku şanoyek tê amadekirin divê li gor temenê zarokan û têgihiştina wan be. Ger ku cîhana zarokan neyê zanîn, şanoya zarokan pêk nayê. Ji hêla gelek “şanogeran” em pêrgî helwestên “biçûkdîtinê” dibin. Ji vir jî diyar dibe ku ev kar baş nehatiye fêmkirin. Şanoya ku bi vê nêzîkatî û fikrê derkeve, ne pêkan e ku zarok bi daxwaz û hezkirin tevlê bibin.

Zarok, tenê li mijarên ku bala wan dikşînin, mereq dikin an pê kelecanî dibin, temaşe dikin û guhdarî dikin. Ji guhdarîkirin an temaşekirinê bêtir dixwazin bikevin nav wê tevgerê û çalakiyê. Lê ên ku ji zarokan re şanoyê çêdikin -wek pergala perwerdeya fermî- dixwazin zarok bi awayekî pasif, tenê temaşe û guhdarî bikin. Yanî zarok divê li cihê xwe rûnên û mîna mezinekî li lîstikê temaşe bikin. Gotinên mîna “bêdeng bin, temaşe bikin, ji cihê xwe ranebin” zarokan dikin beşdarên pasîf. Zarok rexnegirên bêqusûr in. Ger ku biecibînin an jî aciz bibin rasterast dibêjin.  Şano divê ji tevlêbûna zarokan re vekirî be, ne ku sînordar be. Zarok di temaşekirina lîstikê de jixweber tev digerin.

Zarok dema ku li lîstikekê temaşe bikin dibe ku bertekên xwe bi deng û hereket nîşan bidin. Di şanoyê de divê ji zarokan re hişyariyên tund neyên kirin. Ên ku bi vî awayî nêz dibin hay ji geşedana hişê zarokan tunene. Ew zarokên ku nikarin ji gotina mezinan derkevin, bi awayekî pasif û cidî temaşe bikin, ji şanoyê aciz dibin. Şanoya ku li dibistanan pêk tê hem ji aliyê metnê hem jî ji aliyê sehnekirinê ve gelek caran ne li gorî zarokan in. Ev jî dibe sedema di hişê zarokan de şano weke têgihiştineke neyînî bi cih bibe.

Şanoya ku bi qaliban sînorkirî ye tu carî wê bala zarokan nekşîne. Şanoya ku bi klîşeyên “qenc û xirab” tê çêkirin, ji aliyê hiş û hunerê ve bandoroke neyînî li ser zarokan dike. Mubalexekirina rewşa zarokan ya xwezayî an jî texlîdkirina axaftina wan ji zarokan re balkêş nayê. Şanoyek serkeftî dikare bi zarokan re xwesteka pirs, lêkolîn û fikrê çêbike.  

Di perwerdeyê de bikaranîna şanoyê, dikare têgihiştina zarokan pêş bixe. Zarok bi lîstikan, jiyanê şîrove dikin û dinirxînin. Bi van şanoyan tê xwestin ku aliyê zarokan yê afirîner derkeve holê.

Lîstikên zarokan divê ji aliyê naverokê ve ji lîstikên mezinan cuda bin. Lîstik divê ji aliyê mijar, bijartina çîrokan û vegotinê ve li gor temen û asta çanda ku tê de dijîn were amadekirin. Dramaturjiya lîstikê li gorî vê were amadekirin, pêkanîna şanoya zarokan xurttir dike.

Şanoya zarokan, ji hêla pedagojiyê ve di nav hunerên herî nêzî zarokan de cî digre. Lîstik cihê fêrbûna xwezayî ye. Divê di şanoyên zarokan de karakter berbiçav bin û naskirina wan hêsan be. Di şanoya zarokan de divê rîtim û muzîk hebin. Herdû jî bala zarokan di şanoyê de zîndî dihêlin.  

Bikaranîna zimanekî fambar ji bo têgihiştina şanoyê pêdivî ye. Ji ber vê jî divê di zimanê şanoyê de bêjeyên nas pir bin û hevok jî ne pir dirêj bin. Divê mecaz û biwêj li gora têgihiştina wan werin bikaranîn. Ger zarok ji zimanê şanoyê fêm nekin wê zû aciz bibin û wê ji lîstikê bi dûr bikevin.

Sahne ji alî dîtbarîyê ve divê rengîn be. Dekor, kostum û ronahî divê bi tevgerên ser sehneyê li hev bikin. Ji hêla teknîkê ve bikaranîna alavên teatral divê li gora têgihiştina zarokan be.

Li Bakurê Kurdistanê şanoya zarokan bêtir ji aliyê kes û saziyên fermî ve tê pêkanîn. Ev dibe sedema ku zarok di şanoyê de ji “kurdî” dûr bikevin. Mamosteyên kurd yên ku doza zimanê dayîkê dikin, divê di daxwaz û pêşengiya şanoya zarokan de bin. Û ev jî neyê jibîrkirin ku şano ne tenê weke “amûreke hînkirinê” ye, ew bi gelek beşên hunerê re têkildar e, loma divê xwedî estetîkekê be.

Li seranserê cihanê piraniya şanoyên zarokan bi piştgiriya şaredariyan ve tê kirin. Ji vir em bala xwe bidin şaredariyên navçe û bajarên ku navendên kurdî bûn, di şanoya kurdî de azmûneke baş wernegirtin. Di nav wan de a ku hinekî berbiçavbû Şanoya Bajêr a Amedê bû, ji bilî wê tevgera şaredariyeke din nekete bin vî barî. Ji sala 1999an heta qeyyûman, şanoya zarokan ji bilî gotinê bi encamên domdar nekete rojeva berpirsên çand û hunerê. Divê em qebûl bikin ku daxwaz hebû lê birêvebirina şanoya zarokan bi gavên xurt û berbiçav pêk nehat. Ger ku piştî qeyyûman heman valahî bidome, di siberojê de temaşevanên mezin jî wê nemînin.

Zarok roj bi roj mezin dibin, kurdî ji jiyana me hemûyan kêm dibe, rastî ev e… Çi xwendevan çi temaşevanên kurdî yên biçûk tenê bi “Zarok Tv” xelas nabin…

Şano û hunera kurdî warê hebûnê ye. Ger ku em lîstik û kenê zarokan bi kurdî nexemilînin, em ê hemû pûç û bêkok bibin… Zarok bila bilîzin û têra xwe bikenin, çi bi berhemekê, çi bi muzîkekê an bi şanoyekê… Ji destê kê çi hat bila texsîr neke…

Ji bo gotina dawî, dixwazim gotineke ku wê demê berbelav bû, ji serdema zaroktiya xwe neqil bikim. Min ew di şanonameya xwe ya “Serxwebûna Mirîşkan” de spartibû Mîrza, gotina wî ye:  “Hevalno biryara me ev e:  Ê ku jê tê bila were tev li me bibe, ê ku nikaribe were bila alikariya me bike, ê ku nikaribe alikariyê bike bila dia bike, ê ku nikaribe wê jî bike, bila li mala xwe rûnê, em ê wan jî bi xelasê bixin…

DBŞTSerxwebûna Mirîşkanşanoya kurdîŞanoya ZarokanDBŞTSERXWEBÛNA MIRÎŞKANŞANOYA KURDÎŞANOYA ZAROKAN

Total
0
Shares
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Article

"Pêşbaziya Şanoya Kurdî" an jî "Li Çar Bajaran Şanoya Kurdî"

Next Article

Di Sedsalîya Şanoya Kurdî de “Ji Çaran Yek”

Related Posts